Hevpeymaniya Fetih: Perleman hikumetê dê neçar bike mûşekên S400ê bikirre

Perlemantareke Hevpeymaniya Fetih dibêje, di werzê nû de, perleman hikumetê neçar dê bike mûşekên S400ê ji Rûsyayê bikirre.

K24- Hewlêr

Perlemantareke Hevpeymaniya Fetih dibêje, di werzê nû de, perleman hikumetê neçar dê bike mûşekên S400ê ji Rûsyayê bikirre.

Fadil Fetlawî ragihand, Peleman di werzê xwe yê nû de, dê hikumetê  bi kirrîna sîstema mûşekên S400 neçar bike. Got jî, pêwîst e hikumet, ji bo parastina ewlehiya welat, hemû rêkaran ji bo bersivdan a Israîlê bigire ber.

Duhî Parlamentarê Baska Hikme, Furat Temîmî bi Kurdistan24 re ragihandibû, Wezareta Bergirî ya Îraqê tu jivanek, ji bo kirrîna mûşekên S400 bikirre nîn e. Gotibû jî,  ew nûçeyên behsa mûşekên S400 dikin,  ji rastiyê dûr in.