Rûsya: Proseya radestkirina S400an bo Tirkiye ligor rêkeftinê birêve diçe
K24 – Navenda Nûçeyan
Rûsya da xuyakirin, wan plankiriye ku sîstemên S-400 meha Tîrmehê radestî Tirkiyê bikin û di navbeyna aliyan de tu pirsgirêk nîn e.
Cîgirê Serokê Rûsyayê Yuriy Uşakov, bo rojnamevanan da xuyakirin, hatiye plankirin ku, sîstemên S-400 di meha 7an de bo Tirkiyê werin veguhestin û da zanîn, hemû rêkeftinên di navbeyna Enqere û Moskow de, di demên xwe de, tên cîbicîkirin.
Uşakov da zanîn, di navbeyna aliyan de tu pirsgirêk naxu ye û heta niha jî, hemû rêkeftin di demên xwe de hatine bicîhkirin.
Encumena Nûneran a Amerîkayê, biryar da bû, ger Tirkiye ji kirîna Sîstemên S-400 venegere, divê ji projeya firokeyên F-35 were derxistin û dorpêç liser bên sepandin.
C.B