Karvedanên destwerdana PKK li Başurê Kurdistanê

Avakirina hêzekê ji aliyê Partiya Karkerên Kurdistanê PKK li herêma Kurdistanê karvedanên mezin li pey xwe anîye.

K24-Emaniya

Avakirina hêzekê ji aliyê Partiya Karkerên Kurdistanê PKK li herêma Kurdistanê karvedanên mezin li pey xwe anîye.

Kurdistaniyên li welatên Ewrûpayê jî dibêjin, ku nabe ti hêz ji bilî Hêza Pêşmerge li herêma Kurdistanê hebe. Didin zanîn, ku PKK hincetan dide destê Tirkiyê, ku sînorê herêma Kurdistanê bombebaran bike.

mijara destêwerdana PKK  bo nava Başûrî kurdistanê û avakirina grûpên çekdar li deverên sînorî , gelek dengoyên ne razîbûnê li pey xwe anîne .

Şirovekare wê hêrîşa medya yî û gefên ku PKK li ser başûr dike ne rewa dibîne û di bêje tu berjewendiyên doza kurdî têde nînin.

Ji aliykî din ve hebûna baregeh û tevgerên çekdarî yên hêzên PKK li deverên ava û xelknişîn dîsa dibe gefek û hênceteke din jibo topbaranên Turkyê li ser wan .

Kurdên rûniştiyên dyspora bi vê tevlîheviya li kurdistanê çê dibe dêşin û bang li hemû partiyn dikin ku li gor berjewndiyên netewî tev bigerin û ji zimanê gef dûrkevin bi taybet PKK ku meydana serke ya wan xaka Turkye .