Tirkiye demografiya Efrînê diguhêre

Piştî salekê ji dagîrkirina Efrînê, binpêkirinên mezin li dijî mafên mirovan tên kirin û bi hezaran welatiyên Kurd ên Efrînê ji aliyê mîlîşyayên çekdar ên ser artêşa Tirkiyê ve tên revandin, medyaya Erebî û navdewletî jî li pêş vê yekê bêdeng e.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Piştî salekê ji dagîrkirina Efrînê, binpêkirinên mezin li dijî mafên mirovan tên kirin û bi hezaran welatiyên Kurd ên Efrînê ji aliyê mîlîşyayên çekdar ên ser artêşa Tirkiyê ve tên revandin, medyaya Erebî û navdewletî jî li pêş vê yekê bêdeng e.

Rêvebirê Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan Ramî Ebdulrehman li Berlînê paytexta Almanyayê konferanseke rojnamevanî lidar xist û ragihand, Tirkiye bi hevkariya mîlîşyayên opozîsyona Sûriyê demografiya herêma Efrînê diguhêre û bi dehan hezar Kurdên Efrînê koçber kirine û li şûna wan Erebên Sune û Tirkmen bich kirine û binpêkirinên mezin li dijî mafên mirovan encam dide.

Ramî Ebdulrehman ji K24ê re jî wiha axivî: “Li Efrînê binpêkirinên gelekî mezin ên li dijî mafên mirovan tên kirin, ji aliyê girtin û revandina welatiyan ve, zêdetir ji hezar girtîyî di zîndanên mîlîşyayên ser bi Tirkiyê ve hene. Herwiha li Efrînê guhartina demografî dûrî çavên ragihandina Erebî û navdewletî tê kirin.

Rêvebirê Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan da zanîn, Filistîniyên kampa Yermûk a li derdora Şama Paytex û Erebên Sune û Tirkmen ji bo Efrînê hatin veguhastin û li Efrînê hatin bicihkirin.

Ramî Ebdulrehman got: “Koçberên kampa Yermûkê li Efrînê hatin bicihkirin, herwiha ji gundewarê bakurê Humsê û Xûtaya rojhilatê Şamê jî li Efrînê hatin bicihkirin, lê tiştê balkêş ew e, Ereb li navçeya Cindirêsê û rojavayê Efrînê tên bicihkirin, lê li navçeyên nêzîkî sînorê Tirkiyê Tirkmen lê tên bicihkirin.

Berpirsê Dîskê Rojhilata Navîn a Gelên Di Bin Gefê De Kemal Sîdo ku rêxistineke mafên mirovan e û navenda wê li Almanyayê tekez dike ku guhartina demografî li Efrînê tê kirin û ragihand, piştî ku Efrîn ji sedî 95 xelkê Kurd bû, niha tenê ji sedî 35 Kurd lê mane.

Kemal Sîdo ji K24ê re jî wiha axivî: “Tiştê herî metirsîdar li Efrînê dibe ew e, ku demgrafiya Efrînê tê guhartin. Li Efrînê Kurd nêzîkî ji sedî 95 bûn, niha ji sedî 35 lê mane. Tirkiyê ji sedî Tirkmen û ji sedî 55 Erebên Sune li Efrînê bicih kirine. Guhartina demografî li Efrînê bê kiri, Kurdîbûna Efrînê nemîne, zimanê Kurdî lê namîne.”

Salek bi ser dagîrkirina Efrînê re derbas dibe, Tirkiye bi hevkariya mîlîşyayên ser bi opozîsyona Sûriyê bi awayekî sîstematîk hewla guhartina demografiya Efrînê dide. Di heman demê de nêzîkî 300 hezar Kurdên Efrînê hatine derbiderkirin û li şûna wan Erebên Sune û Filestînî û Tirkmen tên bicihkirin.