Wezîrê derve yê Emerîkayê hoşdarîyê ji egera vegerana Daişê dide

Wezîrê derveyê Emerîkayê ragehand: Daişê careke din xwe rêkxistîye û li hinek deverên Rojhelata Navîn bihêz bûye, lê heya niha şîyana encamdana hêrişên berfireh nîne.

K24- Hewlêr

Wezîrê derveyê Emerîkayê ragehand: Daişê careke din xwe rêkxistîye û li hinek deverên Rojhelata Navîn bihêz bûye, lê heya niha şîyana encamdana hêrişên berfireh nîne.

Di dîdarekê de li gel kenala Sî Bî Ês a emerîkayî, Mayîk Pompêw, weîzrê derve yê emerîkayê, hoşdarîyê da û ragehand: Rêkxistîya Daişê li hinek deverên Rojhelata Navîn careke din bihêz bûye.

Aşkera jî kir, çekdarên wê rêkxistîyê careke din xwe rêkxistine, lê heya niha şîyana wê yekê nîne hêrişên mezin û berfireh encam bidin.

Ev axivtinên wezîrê derve yê emerîkayê, di demekê de ye ku di heftîyên burî de, rêkxistîya Daişê çend hêrişên xwekujî encamdane, nemaze jî li Evxanistan û Surîyê. Li deverên Kurdistanî  yên derveyê rêveberîya Herêmê, tenê di heftîyekê de çekdarên Daişê zêdetir ji 10 hêrişan li çend deverên sinûrîyên parêzgeha Kerkûkê encam dane ku ew dever dikevin jêr desthilata Heşda Şeibî hêzên Îraqê.