Egera guhertina Encumena Wezîran yaTirkiyeyê

Li Tirkîyê careke din nîqaşên revizyona Kabîneya Wezîran di rojevê da ye. Şîrovekarên sîyasî didin zanîn, ku wê di nava du mehan da wê guherîn li kabîneyê çêbibin û her wiha, dê di sîsteman da jî hin sererastkirin pêk bên.

K24- Enqere

Li Tirkîyê careke din nîqaşên revizyona Kabîneya Wezîran di rojevê da ye. Şîrovekarên sîyasî didin zanîn, ku wê di nava du mehan da wê guherîn li kabîneyê çêbibin û her wiha, dê di sîsteman da jî hin sererastkirin pêk bên. Li alîyê din şîrovekarên sîyasî radigihînin, ku li Tirkîyê rojeva esasî çareserîya mesele ya Kurd e û divê di demek nêz da êdî proseyeke aştî û çareserîyê destpê bike. Her wiha pispor balê dikşînin ser rola Serok Barzanî û hikûmeta Kurdistanê û dibêjin, bêyî wan çareserî nemimkun e.

Li Tirkîyeyê li ser Pergala Hikûmeta Serokkomarîyê salekê derbas bû, lê belê nîqaşên li serêhêjdidomin.Ji loma jî hikûmeta Ak Partîyê niha di nav amadehîyên revîzekirina sîstemê da ye. Di vê çarçoveyê da tê gotin ku di heyama nû da wê Serok komarê Tirkîyeyê û Serokê Ak Partîyê Recep Tayyîb Erdogan him di Kabîneya Wezîran da him jî di nav Ak Partîyê da hin guhertinan pêkbîne.Li gorî hin çavkanîyên nêzî hikûmetê, wê di sîstema nû da hin vere rastkirinên operasyonel çê bibin û dibe ku du sê heb alîkarê serokkomar jî bên dîyar kirin.

Serokê Rapirsîya OPTÎMARê Hîlmî Daşdemîrê ku wek nêzî hikûmetê têzanîn destnîşan dike ji ber hin kêşeyan wê tekez di kabîneyê da hin guhertin çêbibin, lê belê dema wî ancax Erdogan dizane.

Hîlmî Daşdemîr-Serokê Rapirsîya OPTÎMARê, got:"Di kabîneya wezîran da wê hin guhertin çê bibin, lê belê hêj dema wî nedîyar e. Çend wezîr wêteqez ne yên guhertin. Wek wezîrên Navxweyî, Dadê, Bergirî û wezîrê Perwerdeyê. Her wiha wê di Ak Partîyê da jî li gorî şertên heyama nû hin guhertin çê bibin. Guhertinên li Navenda Giştî wê qismî bin, lê belê guhertinên mezin wê di serok bajêr û serok navçeyan da çê bibin. Ji xwe li Ak Partîyê prosesa kongreyan jî dest pêkirîye."

Li alîyê din her çi qas piştî destnîşankirina qeyûman hêvîyên ji nû ve destpêkirina proseya aştî û çareserîyê hineke têkçû bin jî, dîsa jî ev demekî ye ku egera piroseyeke nû di rojevê da ye. Li gorî Bayram Zîlanê rojnamegerê Kurd niha ev îhtimal zêde nexuye jî rojeva esasî ya Tirkîyeyê çareserîya meseleya Kurdî ye.

Bayram Zîlan-Rojnamger, dibêje:"Gelê Kurd û Tirk kengê tifaq pêk anîne wê demê ew bilindbûne. Divê proseyeke nû dest pê bike û bes bi Tirkîyeyê ra sînorkirîne mîne. Hemû herêmê û Kurdan eleqe bike û vê meseleyê ji binî ve çareser bike. Divê yekser gelê Kurd mixatab bêgirtin. Brêz Mesûd Barzanî û hikûmeta Kurdistana Iraqê jî dive di nav vê proseyê da cihbigrin û rola xwe bilîzin.Îro nebe jî wê sibê teqez ev mijar bê rojevê."

Li alîyê din tê çaverêkirin di 18ê Îlonê da piştî pêkanîna civînên Lijneyên Rêveberîyên Navendîyên Ak Partîyê wê proseya guherînên nav Ak Partîyêjî dest pêbike.