Elî Ibrahîm: Amerika bi Rêkeftina herêma ewle, balansek pêkanî

Serokê Encûmena Xwecihî ya Kobanî ya ENKS û Endamê Komîteya Navendî ya PDK-S Elî Ibrahîm, diyarkir ku Rêkeftina di navbeyna Amerika û Tirkiye de daxwazên Tirkiye girêdayî rojhilatê Firatê/rojavayê Kurdistanê de pêk ne anî

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Encûmena Xwecihî ya Kobanî ya ENKS û Endamê Komîteya Navendî ya PDK-S Elî Ibrahîm, diyarkir ku Rêkeftina di navbeyna Amerika û Tirkiye de daxwazên Tirkiye girêdayî rojhilatê Firatê/rojavayê Kurdistanê de pêk ne anî, herweha xwestên TEVDEMê jî hatin ragirtin. Ango, Amerîka karî balansekê peyda bike.

Ligor Elî Ibrahîm, “herweha daxwaza Tirkiye ya bicîhkirina penaberan jî, li rojavayê Kurdistanê dê neçe serî, Jiber ku, ligor yasayên navdewletî û sekna Amerika jî, penaber tenê bi daxwaza xwe dikarin vegerin û bicîh kirin.

Bi rêkeftina herêma aram jî, herweha nêzîkahiya şer û pêvçûnê jî hate dûrxistin. Nayê bawerkirin, ku Tirkiye bikaribe yekalî operasyonekê yan jî şer jî bibe rojavayê Kurdistanê”.

Elî Ibrahîm diyarkir, “divê Rêvebiriya îro liser erdê heyî jî, hencetan nede û rê jî, xweş neke ji gefên Tirkiye re. Herweha Rêvebirî formek nû werbigre.

Amerika di hevdîtia ligel sand a Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriye jî aniye ziman, ku dê xelkên ne ji deverê li herêma rojavayê Kurdistanê neyê bicîhkirin. Guherîna demografiyê li herêmê jî, ne di ajenda Amerika de ye û dê hewlên weha nepejîrine. Rêvebiriyên Xwecihî, ku li deverê dê pêk werin jî, dê ji xelkê deverê bin. Em wekî ENKS li vê yekê baş temaşe dikin”.

Elî Ibrahîm destnîşankir, ku bicîhkirina 1 milyon penaberan li herêma ewle, wekî ENKS ne cihê qebûlkirinê ye.