Berhem Salih: Pêgeha kak Mesûd Barzanî dibe sedema dermankirina birînên navmala Kurd

Serokomarê Iraqê Berhem Salih di rêûresma sûndxwarina Serokê Herêma Kurdistanê de ragihand, ev boneyeke dîrokî û girîng e û pîrozbahî li Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir û got: Rola Serok Barzanî wek yekem Serokê Herêma Kurdistanê bilind dinirxînim û pêgeha wî ya bi bandor û mezin di siyaset û pêşhatên navçê de heye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Herwiha diyar kir: Rol û bandor ne girêdayî pileya siyasî ye, ji ber wê kak Mesûd di dahatû de rola wî zêdetir dibe, ku zêdetir ji 50 salî ve xebata xwe heye û Serokê Herêma Kurdistanê jî çaverêyî piştevaniya Serok Barzanî ye.

Herwiha got: Pêgeha kak Mesûd dibe sedema dermankirina birînên navmala Kurdî û yekxistina navxweya Kurdistanê.

Hevdem jî amaje bi pêgeha Mam Celal û Neşîrwan Mustefa jî kir, ku rola wan di pêgeha Herêma Kurdistanê de hebû.

Amaje bi tawanên enfala Germiyan û Barzan û bi hezaran gundên wêrankirî kir, ku sedema hebûna van destkeft û azadiya îro ya Kurdistanê ne û divê ev destkeft bêne parastin.

Herwiha got: Bi yekrêziya gelê me û bi hevkarî û hevahengiya serokê nû yê Herêma Kurdistanê û Serokê Hikûmeta dahatî ya Kurdistanê, çaksaziyên bingehîn bi awayekî baş destpê dikin.

Serokomarê Iraqê pîrozbahî li Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî kir û got, Nêçîrvan Barzanî xwedan ezmûneka dirêj ya hikûmetdarî û dîplomatîk e. Em ji Kak Nêçîrvan hêvî dikin ku di bihêzkirina pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê de roleka aktîf û bi bandor bilîze.

S. B