Hikûmeta Herêma Kurdistanê bersiva wezareta derve ya Birîtanya dide

Dîndar Zêbarî ji Kurdistan24ê re: Bêtirî 7 hezar rojnamevan û bêtirî 800 belavok li Herêma Kurdistanê hene û ev yek piştrast dike, ku azadiya raderbirînê di astekî bilind de ye.

K24 - Navenda Nûçeyan

Derbarê rexneyên li ser azadiya raderbirînê li Herêma Kurdistanê, berpirsê komîteya bersivdana raporên navdewletî di Hikûmeta Herêma Kurdistanê de (Dîndar Zêbarî) bi riya Kurdistan24ê, bersiva rapora wezareta derve ya Birîtanya da û ragihand, ku azadiya raderbirînê li Herêma Kurdistanê bi yasayan parastî ye û her binpêkirinek di wê yasayê de hatibe kirin, em pêdeçûnê jê re dikin.

Di dawîn rapora xwe de derbarê rewşa mafên mirovan li cîhanê, wezareta derve ya Birîtanya behsa Iraqê kiriye û di wê çarçoveyê de rexne li Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî kiriye û gotiye: Azadiya raderbirînê li Herêma Kurdistanê tê astengkirin.

Li ser vê yekê Dîndar Zêbarî ew rapor red kir û çend belgeyek li ser hebûna azadiya raderbirînê li Herêma Kurdistanê pêşan da.

Zêbarî ji Kurdistan24ê re got: Bêtirî 7 hezar rojnamevan û bêtirî 800 belavok li Herêma Kurdistanê heye, ev jimara mezin li Herêma Kurdistanê, piştrast dike ku azadiya raderbirînê di astekî bilind de ye û her kêşeyek hebe, bi riya yasayê tê çarekirin.

N.O