Akademiyek liser çand, ziman û dirok a Kurd tê rêvebirin

Li bajarê Stenbolê ji aliyê Weqfa Îsmaîl Beşîkçî ve akademiyeka li ser Kurdî tê rêvebirin. Ev akademîya ku gelek rewşenbîr û zimanzanên navdar yên Kurd beşdar dibin de li ser mijarên wek zimanê Kurdî, dîroka Kurdan, Serhildan ,mûzîk,û Rewşa Kurdan gotûbêj têne kirin û lêkolînên hatîn kirin têne parve kirin.

K24- Stenbol

Li bajarê Stenbolê ji aliyê Weqfa Îsmaîl Beşîkçî ve akademiyeka li ser Kurdî tê rêvebirin. Ev akademîya ku gelek rewşenbîr û zimanzanên navdar yên Kurd beşdar dibin de li ser mijarên wek zimanê Kurdî, dîroka Kurdan, Serhildan ,mûzîk,û Rewşa Kurdan gotûbêj têne kirin û lêkolînên hatîn kirin têne parve kirin.

Rêveberê vê akademiyê Tofan sûmbûl jî diyar dike armanca wan ji vê akademiyê ewe ku bi awayeke zanistî mijarên ku girêdayî Kurdan bînin berçavan û têkiliyeke xurt dinavbera mamoste û xwendekarên ku li ser Kurdolojiyê dixebitin bêne çêkirin .

Yekem Akademîya Biharê ya Weqfa Îsmaîl Beşîkcî bi beşdariya gelek rewşenbîr û zimanzanên Kurd yên wek Kadri Yıldırım, Mehemed Malmîsanij, Zeynep Yaş ,Rohat Alakom, û Mesut Yeğen birêve diçe. Ev akademiya ku bi awayeke zanistî li ser mijarên wek zimanê Kurdî, dîroka Kurdan, Serhildan ,mûzîk,û di vê sedsalê de rewşa Kurdan disekine dê ji bo wan kesên ku di warê Kurdolojîyê de dixebitin an jî dixwazin bixebitîn bibe derfetek mezin.Rêveberê projeya akademiya biharê Tofan Sûnbûl radgihîne ku armanca wan ji vê akademiyê ewe ku çi akademîsyen çi xwendekar be, têkîlîyek di navbera wan kesên li ser Kurdî dixebitin bê çêkirin û ev mijarên ku li zaningehan bi awayeke azad nayên axaftin bikarin bên axaftin û xebatên li ser zimanê Kurdî bêne zêdekirin.

Tofan Sûnbûl –Rêveberê  Akademêyaya Biharê, dibêje:''yek ji armanca vê akademiyê ya herî mezin ewe ku ew mamosteyên ku di akademiyê de ,di zaningehan de nekarin van meseleyên derbarê Kurdan de biaxivin dibin banê vê weqfê de bi awayeki azad biaxivin.Herwiha ew xwendekarên dixwazin di warê Kurdolojiyê de tezên xwe binivîsin wan binin ba hevdu û têkiliyeke dinavbera wan çêbikin û wan xwendekar û mamosteyan ku dixebitin bînin ba hevdû û torekê dinavbera wan de çêbikin .Her wiha em dixwazin bi rêya akademiyê mamoste van tecrûbeyên xwe ji xwendekaran re parve bikin.

 Akademîsyen Zeynep Yaş ya ku li ser çanda devkî ya Kurdan û mûzîka Kurdan lêkolînên berfireh dike radgihîne ku ew dixwazin vê çanda dewlemend ya Kurdan ji wendabûnê xelas bikin û bi rêya vê akademiyê jî vê dewlemendiyê bînin berçavan û bigihînin nifşên nû.

 Zeynep Yaş-Akademisen lêkoler, got:''Ew tiştên ku em bêjin li ser mûzika Kurdî an jî li ser çanda Kurdî ya devkî û ya heyî bi awayeke baştir û zanistî bînin astekê û berçavan da ku emê xwe başbibînin. Yanî em bi serbilind in ku çandeka me ya bi hezaran salan bi devkî hatiye. Lê îro ji devkî zêdetir vê çandê bi awayeke baş ji zarokên xwe re

 veguhêzînin.Di vê merhelê de jî pêwîst e em van tiştên heyîn baş vekolîn û derbixin û pêşkêş bikin.''

 Yekem Akademîya Biharê ya Weqfa Îsmaîl Beşîkcî ya ku 30 xwendekarên Lîsans ,master û doktorayê başdar dibin dê heta 27ê Nîsanê berdewam bike. Rêveberê vê akademiyê jî diyar dike ku ew dixwazin her sal 2 caran vê akademiyê pêkbînin û cara bê jî akademiyeka Kurdî li Diyarbekirê bidin destpê kirin.