Polîsa Leşkerî ya Rûsî li Minbicê digere

Polîsa Leşkerî ya Rûsyayê ragihand, tîmên wê li bakurê Minbicê li nêzîkî sînorê Sûriye û Tirkiyê dest bi gerên çavdêriyê kirinê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Polîsa Leşkerî ya Rûsyayê ragihand, tîmên wê li bakurê Minbicê li nêzîkî sînorê Sûriye û Tirkiyê dest bi gerên çavdêriyê kirinê.

Peyvdarê Polîsa Leşkerî ya Rûsyayê Yusuf Mamatov duhî ji rojnamevanan re ragihand, tîmên wê li bakurê Minbicê dest bi gerên çavdêriyê kirine, erkê wan jî kontrolkirina ewlehiyê û çavdêrîkirina tevgera grûpên çekdar e.

Da zanîn, yekem tîma Polîsa Leşkerî ya Rûsî di navbera gundê Wêran, Ecemî û Wêlanlî bi dehan kîlometro çûnhatin kiriye. Gerên din jî dê xetên cuda bigirin ber.

Yusuf Mamatov amaje bi wê jî kir, endamên Polîsa Leşkerî ji rûniştvanên navçê zanyariyan li ser komgehên çekan û cebilxaneyên ku çekdaran li şûn xwe hîştine û hîna neteqîne werdigirin, ji bo wan pûç bikin.

Berî demekê Peyvdarê Encûmena Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş ji K24ê re gotibû, berî salekê xaleke Rûsî û rêjîma Sûriyê lê bakurê rojavayê Minbicê li gundê Arîmah hebû, lê niha dîsa Rûsya vegeriya wê navçeyê.

 

S. B