Di 24 demjimêran de, 24 serbazên rejîma Sûriye û 80 çekdar hatine kuştin

Di dema 24 demjimêran de 24 serbazên artêşa Sûriyê hatine kuştin

K24 – Navenda Nûçeyan

Di dema 24 demjimêran de 24 serbazên artêşa Sûriyê hatine kuştin.

Serokê Navenda  Rûsî  ya Lihevhatinê li Sûriyê belav kiriye, ku ji encama şerên li her yek ji Idlib, Hema û Helebê di dema 24 demjimêran de 24 serbazên artêşa Sûriyê hatine kuştin û zêdetirî 20  serbazan jî, birîndar bûn e.

Serokê wê Navendê eşkere kiriye, ku artêşa Sûriyê êrîşên grûpên tundrewan rawestandin e û 80 çekdar jî, kuştin e.

Di çend rojên derbasbûyî de, rejîmê ji bo kontrolkirina deverên di destê grûpên çekdar de, êrîşên xwe berfereh kirin e û bi alîkariya firokeyên Rûsyayê jî, êrîşên xwe biser grûpên çekdar tund kirin e.

 

 

C.B