Mesrûr Barzanî û nûnerê Trump çend pirsên girîng guftûgo dikin

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Nûnerê Serokê Amerîka di Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê de james Jeffery civiyan.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Nûnerê Serokê Amerîka di Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê de james Jeffery civiyan.

Berî bîstekê, Mesrûr Barzanî pêşwazî li James Jeffery û şanda pê re kir û civîna di navbera wan de destpê kir.

Di civînê de, her yek ji Wezîrê Pêşmerge û Wezîrê Navxwe yên Herêma Kurdistanê û Konsolê Giştî yê Amerîka li Hewlêrê Steven Fagin amade ne.

Berî civîna bi Serokê Hikûmetê re, James Jeffery bi Serok Barzanî re civiya û li gor daxuyaniyeke Wezareta Derve ya Amerîka, James Jeffery bi serkirdeyên Kurd li Iraqê dicive.

Serdana Nûnerê Serokê Amerîka di Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê de bo Herêma Kurdistanê di demekê de ye, di heyama hefteya bûrî de DAIŞ êrîşên xwe li navçeyên Kurdistanî zêde kirine.

  

 

S. B