Rejîma Sûriye, Kurdan wekî dagîrker binav dike

Efserek rêjîma Sûriyê li Dêrazorê bang li hozên Ereb dike, ku dest ji HSD berdin û Kurd bi dagîrker binav dike. Dibêje, dê hemû navçeyên di destê HSD de, vegerînin jêr kontrola rêjîmê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Efserek rêjîma Sûriyê li Dêrazorê bang li hozên Ereb dike, ku dest ji HSD berdin û Kurd bi dagîrker binav dike. Dibêje, dê hemû navçeyên di destê HSD de,  vegerînin jêr kontrola rêjîmê.

Rewangeha Suriyê ya Mafên Mirovan girtevîdyoyek belavkir , ku tê de, efserek rêjîma Sûriyê ligel hejmarek ji serbazan, li gundê Hsîniye yê gundewarên rojavayê Dêrazorê diyar dibe. Tîne ziman, ew hozên li navçeyên jêr destê HSD de xayin in û Kurdan, navçeyên bakurê Sûriyê dagîrkirin e û divê ew hoz tevlî hêzên rêjîmê bibin, da ku hemû navçeyên jêr destê HSD li bakurê rojhelatê Sûriyê rizgar bikin.

Ew efserê rêjîma Sûriyê, dibêje jî, ji sînorê Iraqê heta sînorê Reqayê ti maleke Kurdî li vir nîn e, û divê şêxên hoza Begarh û Gêdat‌ dest bidin‌ rêjîmê, ne ku artêşa 'eşîran ava bikin. Hêvî dikin, ku vegerin jêr serkirdayetiya Sûriyê, ne jêr serkirdayetiya Kurd, Amerîka û Israîlê.

Gotiye jî, ew dê di demek nêzîk de, hemû xaka Sûriyê kontrol bikin û sînorên wan, heta sînorê Tirkiyê û Qamişlo jî, Reqa jî, li xwe digre.

 

 

 

C.B