Li Sînopê çîroka zozanvanên Kurd

Tîma K24ê serdana navçeya Boyabata Sînopê ya li herêma Behra Reş kir û bi Kurdên Şêxbizinî re li ser jîyana wan a li zozanan hevpeyvînekê çêkir.
kurdistan24.net

 

K24 – Enqere

Tîma K24ê serdana navçeya Boyabata Sînopê ya li herêma Behra Reş kir û bi Kurdên Şêxbizinî re li ser jîyana wan a li zozanan hevpeyvînekê çêkir.

Li pey şopa Kurdên Anatolyaya Navîn û Behra Reş berê me dikeve bajarê Sînopê. Li Boyabat û Duraxana navçeyên Sînopê 10 gundên Kurdên Kurmanc û Şêxbizinî hene. Kurdên gundê Bayamcayê ya ser Boyabatê ku piranîya wan Şêxbizinî ne û bi devoka Şêxbizinî diaxivin, berîya 150 sal ewil ji Haymanaya Enqereyê koçî vir kirine. Piranîya Kurdên Şêxbizinî bi heywandarî û çandiniyê debara xwe dikin û her sal ji biharê heta payîzê bo xwedîkirina heywanên xwe derdikevin zozanên hênik.

Te dî gotinekê pêşîyan e, dibêje, "eger deşt yan zozan, pez e kula şivan." Em jî li zozanê gundê Bayamcayê dibin mêvanê zozanvan û şivanan. Huseyîn Kavakê 62 salî ku debara malbata xwe bi xwedîkirina heywanên qurbanê dike dibêje, ew 6 meh li zozanan, 6 meh jî li gund dijîn û zozan bo wan her tişt e.