Mesrûr Barzanî: Enwer Şêxanî gelekî xizmeta hunera Kurdî kiriye
K24 – Navenda Nûçeyan
Bi boneya koça dawiyê ya hunermend Enwer Şêxanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê peyameke serxweşiyê arasteya malbata wî kir û tê de got: Roleke berçav a Mamoste Enwer Şêxanî di warê fîlm û şanoya Kurdî de hebû û gelekî xizmeta hunera Kurdî kiriye.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di peyama xwe de dibêje: “Bi mixabinîiyeke mezin nûçeya koça dawiyê ya hunermendê Kurd ê naskirî (Enwer Şêxanî) bihîst. Roleke berçav a Mamoste Enwer Şêxanî di warê fîlm û şanoya Kurdî de hebû û gelekî xizmeta hunera Kurdî kiriye. Serxweşiya germ li malbata wî dikim û hêvîdar im xwedêyê mezin wî di bihuştê de şad bike û aramiyê bide kesûkarên wî.”
Îro Hunermend û şanogerê bajarê Hewlêrê Enwer Şêxanî koça dawiyê kiribû.
Enwer Şêxanî jidayikbûna sala 1951an e û ji sala 1971an ve karê hunerî kir. Ewner Şêxanî wek ekter, rêvebirê berhem û derhêner, beşdarî di zêdetir ji 60 karên hunerî û şanogerî de kiriye.
Enwer Şêxanî jidayikbûna sala 1951an e û ji sala 1971an ve karê hunerî kir.
Piştî 5 salan ji karê di nava rêzên Partiya Demokrat a Kurdistanê de, di Newroza 1973an de bi tometa siyasî hat girtin.
Piştre Enwer Şêxanî ji zîndanê direve û pêwendiyê bi Hêza Deşta Hewlêrê dike û dibe Pêşmerge.
Di sala 1976an de bi riya helbijartinê dibe rêveberê hunera Komel û Huner û Wêjeya Kurd li Malbenda Giştî. Damezrênerê Komela Hunermendên Kurdistan/Hewlêr di 31. 3. 1991an de bû. Endamê Desteya Damezrêner a Televizyona (KTV) di sala 1992an de bû.
Herwiha endamê Desteya Damezrêner a Sendîkaya Hunermendên Kurdistanê bû û 4 salan jî wek Sekreterê Giştî jî hatibû hilbijartin.
S. B