Alîyên Kurdî yên Kerkûkê serdana şenda Herêmê bo Bexdayê bi giring dizanin

Alîyên Kurdistanî yên Kerkûkê serdana şanda bilinda hikumeta Herêmê bo Bexdayê bi giring dizanin û daxwaz dikin pêngavên cidî bihavêjin bo asayîkirina rewşa Kerkûkê û ew rewşa niha ya Kerkûkê bihê çareserkirin.

K24- Kerkûk

Evro Mesrûr Barzanî, serokê hikumeta Herêma Kurdistanê bi serokatîya şandeke hikumî serdana Bexdayê kir û li gel serok Komarê Îraqê, Berhem Salih, serokê Civata Nwêneran, Mehemd Helbûsî  û serok wezîrên Îraqê civîya.

Piştî yekemîn civîna fermî ya kabîneye nehema hikumeta herêma Kurdistanê, ku duhî li 15/7/2019 hat encamdan, di ragehandinekê de hikumeta Herêma Kurdistanê amaje bi wê yekê kir, ku şandeke Herêmê serdana Bexdayê dike bo derbirîna nîyazpakîyê û gotûbêjan dê serdana Bexdayê bike daku rêçareyeke guncayî vedînin bo pirsgirêkên hilpesartî li navbera Hewlêr û Bexdayê di çarçoveya destûrî de.