Tirkiye baregehên YPG topbaran kir, YPG bersîv da

Hêzên Artêşa Tirkiyê, baregehên YPGê yên Bakurê Helebê topbaran kir

K24 – Navenda Nûçeyan

Hêzên Artêşa Tirkiyê, baregehên YPGê yên Bakurê Helebê topbaran kir.

Ligor nûçeyên Opozisyona Suriyê, artêşa Tirkiyê baregehên YPGê yên gundên Malikiyê û Şêwarxe El Erz, ku dikevin navbera Ezaz û Helebê de, topbaran kir.

Di encama topbaranê de, hejmarek şervanên YPGê brîndar bûn e.

Ev êrişa Artêşa Tirkiyê, piştî rejimê êriş kir ser baregehek leşkeri ya çavderiya Tirkiyê, pêk hat.

Herwiha hate ragihandin YPG jî, di heman deme de, bi topan bersiv da ye artêşa Tirkiyê.

 

 

C.B