Bi egera Kerkûkê, Parlamentoya Îraqê dengdan ji bo serrastkirina yasaya hilbjartina Parêzgehan rawestand

Ji ber yekalînebûna pirsgirêka Kerkûkê, Parlamentoya Îraqê dengdan ji bo serrastkirina yasaya hilbjartina Parêzgehan rawestand.

K24- Bexda

Ji ber yekalînebûna pirsgirêka Kerkûkê, Parlamentoya Îraqê dengdan ji bo serrastkirina yasaya hilbjartina Parêzgehan rawestand.

Endamê Parlamentoya Îraqê ji Frakisyona Partî Şêrwan Dûberdanî ji Kurdistan 24 re ragehand, Serokatiya Parlamentoyê, Frakisyonên Kurdistanî û Nûnerên Tirkman û Erebên Parêzgeha Kerkûkê derbarê awayê hilbijartna Civata Parêzgeha Kerkûkê û pişt girêdan bi tomara dengderan di cvînê de ne û ta ku negehin rêkeftinê deng bi serrastkirina yasaya hilbijartna Civatên Parêzgehan nayê dayîn.