Heşda Şeibî li Bexdayê rasparteyên nû derxist

Serokê Desteya Heşda Şeibî çekdarên xwe raspart ku nêzîkî qada xwenîşandanan nebin.

K24- Hewlêr

Serokê Desteya Heşda Şeibî çekdarên xwe raspart ku nêzîkî qada xwenîşandanan nebin.

Falih Feyaz, serokê giştî ya Heşda Şeibî di ragehandinekê de, ferman da girûpên çekdarên ser bi Heşda Şeibî ku bi ti awayekê nêzîkî qadên xwenîşandanan nebin.

Derxistina van rasparteyan piştî wê yekê dihêt ku çekdarên ser bi herdû girûpên Esayîb Ehlulheq û Hizbûllah a Îraqê hatin tuhmetbarkirin bi kuştina xwenîşanderan.