23 baro: Li Tirkiyê hemû mafên bingehîn di bin metirsiyê de ne

23 Baroyên li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê ji bo lêgerîna dadweriyê (nobeta edaletê) li Wanê çalakî lidar xistin.
kurdistan24.net

 

K24 – Wan

23 Baroyên li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê ji bo lêgerîna dadweriyê (nobeta edaletê) li Wanê çalakî lidar xistin. Hiqûqnas û parêzeran, ragihandin ku li Tirkiyê, ji mafê jiyanê bigrin heta mafên xwe îfadekirinê û xwepêşandanan, hemû mafên bingehîn yên mirovan û giyanan di bin metirsiyê de ne û pêwistî bi dadwerî û serdestiya hiqûqê heye.

Serok û rêvebirên 23 Baroyên Tirkiyeyê, ji bo çalakiya xwe vê mehê a 'Lêgerîna Dadwerî' li edliya Wanê civiyan. Çalakiya ku li Stenbolê destpê kiribû û li çedn bajaran hatibû lidarxistin, li Wanê berdewam kir. Di çalakiyê de, serokên baroyan, sedem, armanc û mebestên ji vê çalakiyê ragihandin.

Serokê Baroya Wanê Zulkuf Ûçar jî bi şermezarkirina êrişa nijadperset ku bi ser geştiyarên ji Kurdistanê ve, li Trobzonê pêk hatibû destpê kir û bal kişand ku dîsa yên êriş li wan hatiye kirin hatine cezakirin, lê êrişkar bi kirinên xwe mane.

Serokê Baroya Wanê Zulkuf Ûçar got: "Ez kêfxweş im ku îro li bajarê Serhedê Wanê, bi hevkarî û piştgiriya daxwazkarên dadweriyê ra; em vê çalakiyê lidar dixin. Heta ku dewlet serdestiya hiqûqê bipejirîne, heta ku hiqûqnas û mafparêz jî di nav de, kuştin, sicin kirin û pêkutî bidomin, heta ku êrişên nijadperest û hovane yên wek ku li Trobzonê rojek berê pêkhat berdewam bin, emê jî bi daxwaza dadweriyê û parastina hemû mafan çalakiyên xwe bidomînin."

Di çalakiyê da weneyên parêzerên ku hatine kuştin û niha girtî ne jî hatin vekirin û 185 emîn çalakiya Baroya Dîyarbekirê ya ji bo Serokê berê yê Baroya Diyarbekirê Tahîr Elçî jî ev car li ber edliya Wanê hat lidarxistin.

Serokê Baroya Şirnexê Noşîrevan Elçî jî bal kişand ku bi hezaran kes îro bi awayekî ne hiqûqî û neheq di girtîgehan da ne û rêz li hiqûq û edaletê nayê girtin. Elçî da zanîn ku dadwerî ji bo hemû giyan û mirovan pêwiste û ew jî ji bo ku dadwerî û aşitî pêkwere vê çalakiyê li bajarên cuda lidardixin.

Serokê Baroya Şirnexê Noşîrevan Elçî ji K24ê re got: "Em çi dêjin? Em dibêjin ku belê berê jî dadwerî li Tirkiyeyê tunebû û bêedaletî niha zêdetir buye. Ev bêedaletî ji holê rabe ku ji her kesî re edalet lazim e. Yanî mirovek desthilardarbe, mîr û padîşah be jî dê jê ra edalet lazim bibe. Ji ber vê yekê jî divê ji bo herkesî edalet bicîh were û pêwistî bên bicîhanîn. Bi tenê li ser avahiyan nivîsandina qesra edaletê ra edalet nayê wî cihî. Bila li ser edliya edalet nenivîsin, lê edalet were vê axê."

Serokên her baroyekî, bi peyamên xwe rexne li têkçûyîna dadwerî û rewşa niha ya hiqûqê kirin û ragihandin ku heta guhêrînên dadwer di zagon û hiqûqa Tirkiyeyê de neye kirin dê ewê jî ji bo lêgerîna dadwerî çalakiyên xwe bidomînin.