Wezîrê derveyê Îranê: Emerîka yarîyek gelek tirsinak dike

Cewad Zerîf, wezîrê derve yê Îranê, di dîdareka taybet de li gel kenala CNN ragehand: Welatê wî danûstandinan li gel Emerîkayê nake heya Waşintun rêzê li binemayên rêkkevtinameya Etomî negire.

K24- Hewlêr

Cewad Zerîf, wezîrê derve yê Îranê, di dîdareka taybet de li gel kenala CNN ragehand: Welatê wî danûstandinan li gel Emerîkayê nake heya Waşintun rêzê li binemayên rêkkevtinameya Etomî negire.

Ragehand jî, Emerîkayê gelek girgemî bo devereka biçûk şandîne, ev yek bi xwe jî rênge bibe sedema  bûyeran.

Hoşdarî jî da, ew yarîya ku niha Emerîka dike yarêyeka gelek tirsinake.

Ev axivtinên wezîrê derve yê Îranê di demekê de ye, Donald Tirmap, serokê Emerîkayê di Tiwîtekê de nivîsî bû, eger Îranê şer divê , wê çaxê Îran bi fermî bi dawî dihê.