Li Efrînê teqîneke bihêz rû da

Li Efrînê teqîneke bihêz rûda û piştî teqînê deng avêtina guleyan jî hat bihîştin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Efrînê teqîneke bihêz rûda û piştî teqînê deng avêtina guleyan jî hat bihîştin.

Jêderekî ji Efrînê ji K24ê re ragihand, îro demjimêr 10:00 otombîleke bombekirî li nava Efrînê li ser riya Efrîn - gundê Tirindê nêzîkî kargeha Xertûman teqiya.

Wî jêderî amaje bi wê yekê kir, piştî teqînê dengê guleyan li nava Efrînê tê bihîstin. Rewşeke awarte û aloz li nava Efrînê dirust bûye û kesek newîre ji mala xwe derkeve.

Derbarê ziyanên canî de wî jêderî got, hejmarek ambulansan gihîştin cihê teqînê, li gor zanyariyên destpêkê jî 14 kuştî û nêzîkî 60 birîndar hene, di nava wan de jî jin û zarok hene.

Ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ve di 18ê Adara 2018an de, bi dehan teqîn di nava Efrînê de hatine kirin û bi dehan welatiyên sivîl jî bûne qurbanî.

Jêderên ji nava Efrînê dibêjin: Gelek teqîn li nava Efrînê ji aliyê grûpên çekdar ve tên kirin, ji bo rewatiyê bidin mayîna wan li nava bajêr û nîşan bidin ku rewşa Efrînê pêwîst dike ew bi çekê xwe di nava bajêr de bimînin.

Herwiha hin teqîn jî ji encama nakokiyên di navbera çekdaran bi xwe de tên kirin û hevdu dikujin.