Dema bangeşeya hilbijartinên Kurdistanê aşkere bû

Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartin û Rapirsiyê li Herêma Kurdistanê dema destpêkirina proseya bangeşeya hilbijartinan diyar kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartin û Rapirsiyê li Herêma Kurdistanê dema destpêkirina proseya bangeşeya hilbijartinan diyar kir.

Komisyonê di daxiyaniyekê de ragihand, bangeşeya hilbijartinên ji lîste, qeware û namzetan re ji roja 5ê Îlonê dest pê dike û ta demjimêr 8:00 roja 28ê Îlonê berdewam dibe.

Biryar e hilbijartinên Parlemantoya Kurdistanê roja 30î Îlona bê birêve biçe.

Hejmara kursiyên Parlamentoya Kurdistanê 111 kursî ne. 100 kursî ji lîste û partiyan ne, 5 kursî bo kotaya Tirkmen, 5 kursî ji bo Kildan, Siryan û Aşûriyan û kursiyek jî ji bo Ermenan e.

  

S. B