Berhem Salih: Encamên hejmartina bi dest red dikin

Serokê Hevpeymaniya bo Demokrasî û Dadperweriyê Berhem Salih daxwaza bernameyeke giştgîr û destpêşxeriyeke niştimanî ji rewşa niha ya Kurdistanê re dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Hevpeymaniya bo Demokrasî û Dadperweriyê Berhem Salih daxwaza bernameyeke giştgîr û destpêşxeriyeke niştimanî ji rewşa niha ya Kurdistanê re dike.

Piştî civîna 4 aliyên ji encamên hilbijartinên Iraqê nerazî, ku ji Hevpeymaniya bo Demokrasî û Dadperweriyê, Yekgirtûya Îslamî, Tevgera Goranê û Komela Îslamî pêk tê, Berhem Salih di konferansekî rojnamevanî de ragihand, pêwîstiya qeyranan bi destpêşxeriya niştimanî heye bo derbaskirina vê rewşa niha ya Kurdistanê.

Her çar aliyên nerazî di daxuyaniyekê de jî ku piştî civîna îro belav kirin, tekezî li ser wê yekê kirin, “Em van encaman red dikin û pêdagiriyê li ser helwesta berê dikin û rêkarên yasayî û siyasî yên pêwîst digirine ber, ji bo vegerandina baweriyê bi proseya siyasî û parastina dengên dengdaran.”

Ragihand jî, piştî ku Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê encamên dawiyê yên proseya hejmartina dengan bidest belav kirin, ti guhartin di hejmara kursiyên aliyan de nebû, vê yekê jî hêşt ku ew 4 aliyên Kurdistanî dilgiran bibin.

Hilbijartinên Perlemantoya Iraqê di 12/5/2018an de hatin kirin û piştî ragihandina encaman, hejmarek ji aliyên siyasî yên Iraqê û Herêma Kurdistanê, encam red kirin û nerazîbûna xwe li ser piroseya hejimartina eliktironî ji dengan re dan xuyakirin, di encamê de Encûmena Dadweriyê ji bo lêkolînê di vê pirsê de hat pêkanîn û biryar hat stendin, ku ew sindoqên gilî li ser wan hatine tomarkirin, bi dest bên hejimartin.

 

S. B