Serokwezîr liser 100-rojên Kabîneyê gotar pêşkeş kir

Gotar a Serokwezîrê herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, bi boneya sed roj derbasbûn bi ser Kabîneya Nehem a Hikumeta herêma Kurdistanê

K24 – Navenda Nûçeyan

Gotar a Serokwezîrê herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, bi boneya sed roj derbasbûn bi ser Kabîneya Nehem a Hikumeta herêma Kurdistanê

Bi nawê Xwedayê mezin û mîhreban

Hevwelatiyên xoşewîst ên herêma Kurdistanê

Xweşhal im îro piştî derbasbûn a Sed rojan karkirin bi ser destbikarbûn a Kabîneya Nehem a Hikumeta herêma Kurdistanê, vê gotarê pêşkeşî we  bikim.

Li roj a sûndxwarin a Kabîneya me li Parleman, min amaje bi wê kir, ku me erkêk sext li xwe girtiye, lê me got, pişt bi Xweda û baweriya hevwelatiyên me, dikarin bi ser wan sextiyan de serkevin û vê qonaxê derbas bikin. Xweşhal im îro li vir rabighînim, bi baweriya me, me ev qonax baş birêve biriye û çawaniya karên me ketiye ser rêya rast û deskeftên berçav bidest hatin e.

Min berê jî behs kiriye, hikumeta me divê, xizmet a xelkê herêma Kurdistanê bike. Em pabendbûn a xwe dûpat dikin, bo  binyatên Kurdistanek bihêztir û hikumetek, ku xizmet a xelkê bike, ne berovajî. Ev jî, binema ya karkirina me, ji roj a dest bikar bûnê bû ye.

Em her tişt ê, ku di twana me de ye, bo xizmetkirina xelkê herêma Kurdistanê dikin. Dizanim jî, hevwelatiyên me çaverêkirinek zêdetir ji Hikumeta herêma Kurdistanê heye.

Lê bêguman encamdan a projeyên girîng û stratejî, pêwîstî bi demek zêdetir û derfetek baştir heye. Bi piştevaniya Xwedê û hevwelatiyan, hêviya me gelek e, ku Hikumeta herêma Kurdistanê di ast a çaverêkirinên we be.  

Bêguman derbasbûn a Sed rojan, tenê destpêkêk e. Lê, bi ser vê yekê de jî, di van Sed rojên destpêkî de, me karên berçav kirin e. Di çendîn warên girîng de, pêşkeftinên baş bidest xistin e. Wekî nimûne, baştirkirina pêwendiyên me ligel Hikumeta federal li Bexdayê, rûbirûbûn a gendeliyê, herweha pêkanîna şefafîyetê û dilniyayiyek zêdetir di war dahatên giştî û nawxweyî de û nehiştin a rêjeyek berçav a rûtînê, dikarin bêjin, bi giştî hikumet çalaktir û aktîvtir bû ye.

Dikarim bi dilniyayî bêjim, niha Kurdistan bihêztir û seqamgîrtir e û Hikumet jî, şefaftir e. Hêvîdar in, bi berdewambûn li van plan û bernameyên, ku me girtiye ber, di çend salên pêş de, destkeftên gelek mezintir bidest bîn in.  

Hevwelatiyên birêz,

Berî her tiştekî, her Hikumetek bivê xizmeta xelkê bike, pêwîst e Hikumetek ron û şefaf be.

Di derbarê dahatên damûdezgehên Hikumeta herêma Kurdistanê, di destpêka karê vê Kabîneyê de, biryar bi komkirina giştî ya dahatan li Wezareta Darayî û Aborî hate dan, bi şêweyek, ku bê zanîn dahat a Hikumeta herêma Kurdistanê çend e. Herweha xerciyên pêwîst jî, li pêş me ron bin. Liser vê binemayê, me plan ji bo zêdetirkirin a dahatên navxweyî û kêmkirina xerciyên ne-pêwîst daniye. Ev nêzîkahî jî, paralelî berçavgirtin a pêdawistiyên darayî yên Wezaret û fermangehan hatin.

Heta niha, me kariye dahatên navxweyî zêde bikin û kar bo wê dikin, heta dawiyê vê sale dahatên navxweyî ji sedî 50 zêde bikin. Ev jî, bi rêya rêxistinkirin û danîna sistemek hevseng a bacî, ku armanc jê berjewendiya giştî be û bikaribe dahat bo xizmetguzariya giştî dabîn bike.

Niha mijûlî rêxistinkirina bacê li herêmê ne. Encûmena Wezîran hemû ew rêgirî girtine ber, ku bûn e sedema hin kes û kompanî, bi şêweyek ne-yasayî ji bacê tên bexşîn.

Niha, liser xerciyên hikumetê jî, pêdaçûn tên kirin, û bi rêya damezrandina kontrolek navendî, çavdêriyek hurgilî li xerciyên giştî dikin. Dilniya bin, dahatên giştî biheder dan, nabin û xerciyên giştî li gor pêdawistiyan, dê werin pêş.

Liser xerciyên hikumetê, pêdaçûnê zêdetir bo wan tên kirin û dixwazim hûn dilniya bin, ev xerc bi şêweyek durist û ligor berjewendiya giştî dê bên xerc kirin. Her pêwîst bi dahatên giştî yên Hukimetê, me proseyek şefaf da ye ber. Bi taybet di ware samanên siruştî de, bi şêweyek berdewam, me data û zanyarî liser aniye ber. Niha hemû hevwelatî dikarin bizanin, dahatên me yên neftê û dahatên me yên navxweyî çend in û di çi waran de tên xerc kirin.

  • Babetên pêwendîdar bi pirsa gendeliyê                                                                                                                                                                                                                              Me ev kêşe girtiye ber, ku tu caran gendelî geşe neke. Di vê babetê te ez gelek rijd im û çavpoşî li gendeliya çi alî û kesekî nakim.Niha em wan rêkarên yasayî digrin ber, beramber wan ên, ku ji bo pêkanîna kar, di demûdezgehên Hikumetê de bertîl werdigrin an bertîl didin. Çendîn karmend û berpirsên Hikumî liser bertîl wergirtin û çendîn karsaz, bi egera bertîldan, di vê demê de, keysên wan bo dadgehê hatine raspartin.Heta niha bi sedan fermanberên ne-rast ji listeyan hatine paqij kirin û ev prose berdewam dibe. Dixwazin dilniya bin, mafên kesên şayiste wenda nabin û tenê ew ên ku zêdegavî kirin e, rêkarên pêwîst beramberî wan digrin ber.Di ast a hemû Wezaret û damezrandinan, çendîn komîte bo pêdaçûn û lêkolîn liser gendeliyê hatine pêkanîn. Rêkarên tund beramber her serpêçî û gendeliyek dê bigrin ber.Piştî Sed rojan karkirin, niha dikarim bibêjim, gendelî heta radeyek berçav hatiye sînordar kirin. Bi rêya yasa rûbirûyî hemû gendelkaran dibin. Di vê demê de,, gelek hewl hatine dan, di rûbirûbûn a gendeliyê de sardkirinekê encam bidin, lê hevwelatiyan dilniya dikim, bi hemû derfetên xwe, em dê di hewlên xwe de, berdewam bin.
  • Di ware çaksaziyê (reform) de

Yekem birgeya bernameya me ya kar, ku me li Parleman pêşkeş kir bi çaksaziyê ve girêdayî bû. Di destpêka karê vê Kabîneyê de, me Komîteyên bilind ji alî pêwendîdarên nav Hikumetê pêkanî. Piştî çend mehan û pêdaçûnek baş û rastiyane girêdayî projeyasa ya çaksazî, niha ew projeyasa amadeyî rêkirin a Parlemento ye.

Bo baştir û xêratir xizmetkirin a hevwelatiyan, min daxwaz ji hemû Wezaretan kiriye, burokrasî bê kêmkirin û plan a xwe ya çar salî ya çaksazîkirinê amade bikin. Me dest bi elektronîkirin a çendîn xizmetguzariyên giştî kirin e. Mijûl in datasenterek, ango navendek zanyarî bo Hukimetê damezrîn in, ku ji sedî 50 karê wê qediya ye û di çend mehên pêş de, dê dest bikar bibe. Ev navend di awayek elektronî dê xizmetguzariyên giştî pêşkeşî hevwelatiyan û karsazan dike, bi vî awayî bi hesanî destên wan bighe xizmetguzariyên hikumî.

Wekî nimûne, bi rêya internetê, çendîn derwazeyên me yên sînorî bi hevûdu ve bên girêdan û her niha jî, berdewam in bi hewlên xwe yên girêdana derwazeyên sînorî û firokxaneyan bi vê sistemê.

Evê yekê jî hesankariyek baş di ware komkirina dahatên gumrikê de peyda kiriye û di encamp de bizava bazirganî geşe kiriye û herweha bû ye bingeha baştirbûn a kvalite-kontrolê.

Ji derveyî bi alektronîkirinê, me hewl da ye xizmetguzariyên sereke, ku li navendên parêzgehan bûn, baştir rêk bixin. Wekî nimûne, ji cihê xelk were navendên bajarên, wekî Hewlêr û Silêmaniyê, ji bo ku pasaportan derbixin an jî nû bikin, niha me çendîn bingeh li bajarokan jî, girêdayî pasaportan ava kirin e û dê zêdetir jî bikin. Bi vî awayî, dem û saman a hevwelatiyan bi heder naçe û qerebalixî li navendên xizmetguzariyan kêm dibin.

Herweha di babet a dewamkirina kar a fermanberan de, guherîn rû dan e û niha fermanberên Hikumetê baştir ji caran pabendî demjimêrên kar in û bi vî awayî serederiya muameleyan û karûbarê hevwelatiyan xêratir û karîgertir bû ye.

Niha nêzîkahiya baş a hevwelatiyan girêdayî van babetan, digihe me, ku neman a rûtînê û mijûlbûn a bi muamelaa li gelek damûdezgehan, cihê xweşhaliyê bû ye. Ev yek jî, me zêdetir hand ide, ku ast a xizmetguzariyan di rûyê dem û kvalite de baştir bikin. Jiber, ku rezamendî û xweşhaliya hevwelatiyan armanc a me ye. Niha proseya gelek xizmetguzariyan wekî, pasaport, salname, molet a lêxorîna otombîlan, dadnivîsî û karûbarên şarevaniyan baştir encam didin.  Bi xistin a rû ya elektronîkirin a xizmetguzariyan, dê encamên berhemdartir û baştir jî, pêk werin û hesanîtir bibin.

Derbarê pêwendiyên ligel Hukimeta Federal

Yek ji erkên pêş Kabîneya Nehem a Hikumeta herêma Kurdistanê, bihêztirkrin û baştirkirin a pêwendiyên me ligel Hukimeta Federal a Bexdayê ye. Piştî yekem civîn a Encûmena Wezîran, me seredana Bexdayê kir. Bi vî awayî, me niyazpakiya xwe bi gihiştin bi rêkeftinek dadperwerane, di çarçoveya Destûrê de, me bo Bexda dûbare kir. Baştirkirin a pêwendiyan ligel Bexda, kargeriyek erênî liser jiyana rojane ya xelkê herêma Kurdistanê dibe û di berjewendiya tevaiya hevwelatiyên Iraqê de ye.

Armanca me ev e, rêkeftinek heralî û giştgîr ligel Hukimeta Iraqê bikin, ku di berjewendiya me hemûyan de be. Xweşhal im, ku rabighînim, pêşkeftinek baş di pêwendiyên me de rû da ye û liser çend teweran danûstandinên me berdewam in.

Yekem : Peydakirina formûlek a dadperwerane bo babet a beşê herêma Kurdistanê, li budce ya Iraqê.

Duyem: Ligor Destûr a Iraqê, desthilat û mafên herêma Kurdistanê  taybet bi pirs a neft û gazê parêzra bin.

Sêyem: Kêşeya navçeyên veqetandî ji herêma Kurdistanê, ligor Destûrê  çareser bibin.

Çarem: Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê, beşêk ji system a bergirî ya Iraqê bin û mafen destûrî parêzra bin.

Hikumeta Federal dilgiraniyên me wergirtin e û niha yek bi yek giftûgoyan liser çareseriyan dikin. Bo nimûne yekem car, Hikumeta herêma Kurdistanê beşdarî di dariştina reşnivîsa budceya salane ya Iraqê kir û pêngavên baş ligel Wezareta darayî ya Iraqê bidest aniye, bo cîgirkirin a maf şayisteyên darayî yên herêma Kurdistanê di budceya 2020an de.

Niha beşek ji budceyê digihe me, nefta Kerkûkê jî, em bi hevbeşî hinare dikin.Siyaseta gumrikê jî, me wekhev kiriye.  Bêguman çareserkirina pirsên mafên Destûrî yên herêma Kurdistanê li budceya federalî, gelek alîkariya me dike bo encamdan a projeyên zêdetir ku di berjewendiya herêma Kurdistanê û tevayiya hevwelatiyên Iraqê be. Em dixwazin hevwelatiyên xwe yên xoşewîst dilniya bikin, ku her hewlekê didin, heta ku bi rêkeftinek dadperwerane, mûçe û şayisteyên darayî bi awayê mehane bi temamî bighe û carek din mûçeyên hevwelatiyan bi paşkeft nekeve.

Di warên cuda de, pêşveçûnên baş di pêwendiyên me ligel Bexda de rû dan e. Wekî nimûne, niha Wezareta Navxweyî ya Iraqê karhesaniyê bo pêdan a vîza bo hatine biyaniyan bo herêma Kurdistanê dike. Ev yek kargeriyek weha dike, ku weberhênerên biyanî bi hesanî seredan a herêma Kurdistanê bikin.

Me jî hesankarî pêkanîn e bo hevwelatiyên li beşûn din Iraqê, ku seredana herêmê dikin û kart a cihê niştecîbûnê, û ew pereyên ku duhate wergirtin rakir. Niha, tenê di ware ewleyî de pêdaçûn bi navan tên kirin. Her hesankariyek pêşkeşî hevwelatiyan dikin, ku li herêm bi asûdeyî hest bikin û di ware seqamgirî û hemînahiyê de, demê biser bibin.

  

  • Derbarê rahênan û çaksazî li Pêşmerge

armanceke her pêşî ya hikûmeta Herêmê, parastina sinorên Herêma Kurdistanê û dabînkirina asayş û aramiya Herêmê ye. Li vir bi pêwîstî dizanim spasiya Pêşmergeyên qehreman û hêzên polîs û dam û dezgehên asayiş bikim, bo ew rewşa aram û seqamgîr a li Herêma Kurdistan heye, ku cihê serinc û pesnê civaka navdewletî ye.

Ez bi xwe sahidê qehremanî û azatiya Pêşmerge me, ku çawa li sengerên pêşî yên berevaniya li xaka Herêma Kurdistanê bûn. Hikûmeta Herêma Kurdistanê her dem rêz li qehremanî û qurbanîdana Pêşmege digire û her hewlekê dide bo xizmeteke hêja pêşhêşî Pêşmerge û malbatên şehîdên nemir bike.

Welatên hevpeymanan berdewam in bi rahênankirina hêza Pêşmerge û dabînkirina kelûpelên pêwîst bûn. Di heyama sed rojên bûrî de, bi hevkariya hêzên hevpeymanan, me dest bi proseya çaksaziyê li nava yekîneyên hêza Pêşmerge kiriye. Ji nêzîk ve ligel Serokatiya Herêmê û Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Pêşmerge, li ser vê babatê kar dikin. 

  • Derbarê girîngîpêdana bi weberhênanê

 Mijûlî yasayeke nû ya weberhênan dadirêjîn, ku proseyek e di qonaxa dawiyê de, bi vê jî zemînê bo weberhêneran xweştir û asantir dibe. Me stratejî û planeke taybet bo weberhênanê dariştiye, ku piştî demekê proseya weberhênanê li gor pêdawîstiyên Herêmî Kurdistan be. Bo nimûne di demekê de kerta keştûkal yek ji kertên herî giring e, lê pêşitir tenê ‪2% weberhênan li Herêma Kurdistan li kertê de hatibû encamdan. Pêwîst e encamdana projeyan di çarçoveya yasa û li gor standard û mercên diyarkirî bin, her aliyek wan mercan bicih neke, moleta karkirdinê jê tê birin.

Gelek xelk hez dikin bêne Herêma Kurdistan weberhênan bikin, ji ber wê em jî asanikariyên pêwîst bo hatina weberhênerên biyanî dikin, di heman demê de jî, hanî weberhênerên navxweş didin bo weberhênana zêdetir.

Ta niha çendîn kompaniya û weberhênerên nû hatine Herêma Kurdistanê, ku koma weberhênanan nêzîk li nîv milyar Dolar dibe di hemû kertan de. Dilinya ne jî çendîn weberhênerên din bêne Herêma Kurdistanê.

Derbarê proseya kargirî û yasayên weberhênanê, bi niyaz in girîngiyê bidin xizmetgûzariya eliktironî û sîstemî yekpencereyî li ber çav bigirin, ta proseya weberhênanê bileztir bibe.

Di warê pêşxistina jêrxaneya aborî de, piştî demekê ji bidûvçûn û pêdaçûnê, di meha ‪10 ya îsal de me rezamendî li ser xerckira şeşsed û hevdeh miliyar Dînar daye bo encamdana sedan projeya xizmetgûzarî li seranserî Herêmî Kurdistan, ji wan jî bo pire û rê û  bendav û dabînkira ava pak û yekeyên nîşitecîbûn bo welatiyên kêmderamet û dirustkirina fermangeha hikumî. meblexên amaje pê hatine dan, bi awayekî mehane û bi qistên cuda û li gor karîna darayî ya herêmê bo projeyan tên xerckirin.

Di çarçova wan projayan de jî, projeya yazdeh bendav, herweha sê saylo li parêzgehên Duhok û Hewlêr û Silêmanî cihê amaje pêdanê ne, ji ber giringiyeke mezin bo asayişa av û asayişa xwarak di Herêmê de heye.

Herweha me xerciyên pêwîst bo dirustkirin û nûjenkirina çendîn nexweşxane û binkeyên tenduristî dabîn kirine. Bi nirxekî erzan jî, me bi sedan yekeyên nîşitecîbûnê li navçeyên cuda ên Herêmê bo welatiyên kemderamet desteber kirine.

Her ji destpêka destbikarbûna kabînê jî, sî û sê miliyar Dînar me ji  bo nûjenkirina rê û pireyan terxan kirine.

Welatiyên birêz:

ligel encamdana çaksazî, pêwîst e kar lI ser geşepêdana aborî Herêmî Kurdistan jî bikin. Aborî û dahatiya me ta niha beşa mezin girêdayî ye bi dahata petrolê. Bi şêweyekî zor pişt bi henardekirina petrolê hatiye girêdan û kertên din hatine piştguhkirin. Ji ber wê yek ji kar û erkê li pêşiya me hecurkirina aborî û jêderên dahat e.

Nabe êdî tenê pişt bi yek jêdera dahatê girê bidin. dixwazin ji herêmêke bikarhêner bibin herêmêke berhemhêner.

Wek nimûne derfeteke mezin heye bo weberhênanê di kerta keştûkalê de û sûdê ji kartê wergirtin, wek yek ji jêderên serekî ya dahata me.

Herêma Kurdistan dikare bibe sebeta xwaraka Iraq û navçeyê jî. Di vî warî de derfeteke mezin heye ji bo geşepêdanê di kerta keştûkalê encam bidin.

Herweha dixazin pişitgîrîyê li kerta pîşesazî jî bikin û pêş bixin. Bo vê mebestê jî me kar li ser pêşxistin û behêzkirina jêrxaneya Herêmî Kurdistanê kiriye, herwek me amaje pê daye, bi  dirustkirin û çakirina pire, rê, bendav û saylo û dîtina bazar bo berhemên me.

Wezareta Keştûkal û Jêderên Avê wek piştevsniyekê bo cotkarên Herêmê babeta vegerandina qerzên keştûkalî kirine proseyeke dirêj û  asantir, taku fişara darayî li ser cotkaran dirust nebe.

Herweha plana me bo zêdekirina berhema genim li Herêma Kurdistan heye, rênima û rêkarên pêwîst me girtiye ber, bo parastina berhema nawxoweyî. Em kar dikin bo peydakirina zemîneyeke libar ku berhemên me yên navxweyî bikare rikberiyê ligel berhemên biyanî bikin.

Di kerta keştûkal de, ta niha me rezamendî li ser sî projeyên keştûkalî daye, weberhênerên biyanî jî arezûya xwe nîşan dane weberhênanê di warê keştûkalê de bikin. Di rûniştina me bi şanda abûrîyê ya biyanî re, me her dem tekez li ser handana wan bo weberhênanê di warê keştûkalê li Herêm de kiriye.

Welatiyên xweşewîst:

Yek ji amancên me yên sereke, em avakirina pêşerojê ji xwe û neviyan me ye.

Niha em kar li ser encamdana çendîn proje dikin bo avakirina jêrxaneyeke bihêz, wê jêrxananeya rojane bikar tînin.

Dizanim bo xelkê me ta niha jî kehreba cihê nîgeranî û narezîbûnê ye, ku pêdawîstiyeke zor giring e bo welatiyan û xwediyên kar û kompaniyan jî. Ji ber wê em her hewlekê didin bo baştirkirina kerta kehrebê.

Niha zêdetir gaza Kurdistan bikar tînin bo berhemanîna kehrebê, bi vê jî niha kêmtir pişt bi gazwîla derveyî dibeste, bi vî awayî jî salane nêzîkî yek miliyar Dolar li têçûna berhenanînê kêm dike.

Berhemanîn, dabeşkirin û bikaranîna karekehreba Herêmê, pêdaçûn tê de pêwîst e, Niha em mijûlî wan proseyan e û hewl didin kêmtirîn rêjeya kehrebê vala biçe. Bêgûman havkarîya welatiyan di vî warî de zor karîger dibe û ji ber wê kompanî û navendên bazirganiyê û welatiyên me yên xweşewîst divê erkê xwe li valaçûna kehrebê û vegerandina xerciyên bikaranîna kehrebê bigirin stûyê xwe.

Girêdayî bi rewşa perwerdê, ez agahdar im dibistanên me yên niştimanî ne di rewşeke baş de ne. Serdana çend dibistanan kir û dizanim gelek pirsgirêk û giriftên wan hene û hejmareke mezin a xwendekaran di yek pol dae dexwînin û rojane sê şeft, dewamê tê de tê kirin, ji ber wê jî bo kêmkirina wê bargiraniyê û baştirkirina rewşa dibistanan, me budceyeke taybet terxan kiriye bo dirustkirina dibistanên nû û nûjenkirdina wan dibistanan pêwîst in.

Di warê çaksaziyê di kerta perwerde de jî, bi riya elîktironî, dibistan û xwendekar û mamosteyan bi hev re  girê didin, ji bo bi şêweyekî rûntir, peywendîya wan bi hev re hebe.

Dahatiya zarokên me bi xwindin û perwerdê ve girêdayî ye, ji ber wê giringîyeke taybet pê didin. Çaverêiya me ji xwediyên kar û kompaniyayên navxweyî heye, ku hawkarîya zêdetir di kerta perwerdê de bikin û li helmeta dirustkirina dibistanan li seranserî Herêm beşdar bin.

Welatiyên birêz

Bo rêzgirtin li qurbanîdana Pêşmerge û malbatên şehîdên me, me rezamendî li ser xerckirina havkarîyekê daye bo xwediyên serberz ên şehîdên şerê li dijî terorîstên DAIŞê. Herweha berdewam dibin bi piştevanîkirina Pêşmergeyên me yên qehreman û hêzên asayş û xwediyên serberz ên şehîdan û birîndarên me.

Li gor karînan jî havkariyên pêwîst pêşkeşî wan kesan dikin ku xwedî pêwîstiyên taybet in, yan ewên hewceyî çavdêriya civakî ne. Hikumeta Herêma Kurdistan niha piştevaniya darayî pêşkeşî bi dehan hezar xwedî pêwîstiyên taybet dike û di pêngav de jî, piştî pêdaçûnê, alîkariya darayî bo zêdetir ji diwazdeh hezar kesî din xwedî pêwîstiyên taybet vegerandine, kar jî dikin bo wê alîkariyê tenê xelkê hêja jê sûdmend bibin.

Welatiyên birêz

Her çend e di sed rojên karê me de deskeftên baş bidest hatine. lê hîna gelek kar li pêş me ye. ta niha dam û dezgehên Hikûmetê ne di asta daxwaza me de çalak berhemdar in, dikarin gelek çalaktir û berhemdartir bin, karîna ma ya mirovî û darayî bikar bînin.  

Amanca me Kurdistanêke bihêztir û geşetir e. Kurdistaneke ku pêwendiyên wê yên hevsengiya aştiyane ligel welatên cîran hebe û cihê baweriya civaka navdewletî be.

Xwaziyar im bi piştevaniya xwedêyê mezin û we, bikarin wan armancan bidest bînin.

Di çend salên bûrî de, xelkê me rastî rewşeke gelek dijwar bûn û gelek azayen jî rûpela wan rojên giran girt, ji ber wê em di demekê de rêz û pêzanîna me ya taybet ji bo wan qurbanîdan û aramgirtinan de heye, bi baweriya ew hêjayî jiyan û guzariyên baştir in. Ew hêjayî hikûmeteke çalak û çalak in, ku bikare xizmeteke hêja pêşkêş bike. Em her hewlekê digirin ber, bo xizmetkirina we.

Welatiyên birêz, ji aliyê siyasî yên birêz ên Herêma Kurdistanê..

Xwebextane keşek li pêş me heye, ku hevahengiyeke baş di navbera Serokatiya Herêmê, Hikûmet, Parleman û desthilata dadweriyê û desteyên serbixwe heye. Ev jî bandora wê ya erênî li ser pêşveçûna proseya yasayî û îdarî li nava Herêma Kurdistanê heye.

Hikûmeta Herêmê ya hemû welatiyan e, ne tenê ya kesekî yan partiyan e, ji ber wê çaverê ne hemû aliyên siyasî yên Herêmê di bihêzkirina vê hikûmetê de piştevaniya me bikin.

Rewşa navçeyê wiha dixwaze, ku em hemû teba û yekgirtî bin, çend cudahî û nerînên cuda hebin, pêwîst e di asta berjewendiyên niştimanî de yekrêz bin.

Li şûna xistina astengiyan li pêş hev û dilrewakî û nîgeranî dirust bikin ji welatiyan re, bila wiza û karîna me û dema me ji bo pêşxistina niştimanî û xizmeta welatiyan terxan bikin.

Li dawiya vê gotarê de, radigihînim ku raporteke hûr a kar û destkeftên giştî yên wezaret û fermangehên hikûmetê hatiye amadekirin, ku ji riya medyayê re dixin ber welatiyan me yên xweşewîst.

Spas ji bo xweragiriya we.. Spas ji bo hevkariya we

Her şad û serfiraz bin

Kurdistan jî avedantir û bihêztir be