Her sê serokatiyên Îraqê daxwaza lêkolînê dikin li teqînên kogehên çekan

Her sê Serokatiyên Îraqê daxwaza lêkolînê di teqînên kogehên çekan dikin û daxwaza parastina serweriya asmanê Îraqê ji Hevpeymaniya Navdewletî dikin.

K24- Hewlêr

Her sê Serokatiyên Îraqê daxwaza lêkolînê di teqînên kogehên çekan dikin û daxwaza parastina serweriya asmanê Îraqê ji Hevpeymaniya Navdewletî dikin.

Îro li koçka Selam li Bexdayê hersê Serokatiyên Îraqê civyan û dawî guhertin û pêşhat gengeşe kirin bi taybetî jî pirsa teqînên kogehên çekdên Heşda Şebî.

Hersê Serokatiyên Îraqê tekez dikin ku welatê wan şerê bi wekalet red dike û pêwîste jî serweriya xaka Îraqê li ber çavan bê girtin û rê neyê dayîn ku welatê wan bibe pêgehek ji bo êrîşkirina ser welatên cîran.

Di daxwiyaniya hersê Serokatiyên Îraqê de daxwaz ji Hevpeymaniya Navdewletî kirine ku pabend be bi parastina û alîkarîkirina Îraqê li dijî her binpêkirinek ji serweriya xaka Îraqê bê kirin.