Aeroflot dê seferên xwe bo Îranê tenê nîvroyan bike
K24 – Navenda Nûçeyan
Şirketa Rûsyayê Aeroflot biryar da, ku seferên xwe bo Îranê demên nîvroyan ( gava ronahî ye) pêkbîn e.
Ligor agahdariyan egera vê biryarê, xistina firokeya sivîl a Ukraynayê bû ye, ku dema şevê “bi şaşî” hate xistin.
Biryarderên Aeroflot bawer dikin, şaştiya di navbeyna nenasîna firokeyên sivîl an yên şerî yan mûşekan de, dema ronahiyê / nîvroyan kêmtir e.
Ligor agahdariyan şirketên Rûsyayê yên din jî, wekî: Pobeda, S7 û Azur Airlines jî, dê seferên xwe bikşînin bo nîvroyan.
C.B