120 otombêlên serbazî û zirêpoşên Hevpeymanan ji bingeha Sirîn ya Kobanê vekişîyan

Hevpeymana Nêvdewletî 120 otombêlên serbazî û zirêpoşên xwe ji bingeha Sirîn ji başûra Kubanê vekişandin.

K24- Hewlêr

 Hevpeymana Nêvdewletî 120  otombêlên serbazî û zirêpoşên xwe ji bingeha Sirîn ji başûra Kubanê vekişandin.

 Li gor mêdyayên nêzîk ji Hêzên Sûriya Demokrat (HSD) evro Hevpeyamana Nêvdewletî nêzîkî 120  otombêlên serbazî û zirêpoşên xwe ji bingeha Sirîn ji başûra Kubanê vekişandin û ev karwan bi rê ya M4 ber deverên din li Rojavaya Kurdistanê vakişyane.

Amaje bi wê yekê jî hatîye kirin, ku piştî vekişanê wan otombêl û zirêpoşan dengê teqîneke bihêz li bingeha serbazîya Sirîn hatîye bihîastin, ku renge Hevpeyamanan piştî xwe vekişandinê ji wê bingehê, ew bingeh teqan dibe.

Bingeha Sirîn li Kobanê, mezintirîn bingeha serbazîya Heveymanên nêvdewletî bû li Rojavaya Kurdistanê û berê jî Hevpeyamanên Nêvdewletî, pişkeke din ji keresteyên serbazî ji wê bingehê vekişandibûn.