Kerîm Şingalî; Vegera Pêşmerge, tevayiya navçeyên Kurdistanî li xwe digre

Wezîrê Pêşmerge bi wekalet di daxuyaniyeke taybet ji Kurdistan 24 re ragehand, vegera Pêşmerge tenê ne ji bo Kerkûkê ye, belku tevahiya navçeyên Kurdistanî li xwe digre

K24 – Navenda Nûçeyan

Danûstandinên şanda hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê derbarê rewşa navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê û pirsa vegera Pêşmerge berdewam in.

Wezîrê Pêşmerge bi wekalet di daxuyaniyeke taybet ji Kurdistan 24 re ragehand, vegera Pêşmerge tenê ne ji bo Kerkûkê ye, belku tevahiya navçeyên Kurdistanî li xwe digre. Berpirsekî Partî jî, plana normalkirina rewşa Kerkûkê eşkere dike û  dema vegera partiyan ji bo wî bajarî jî, eşkere dike.

Berpirsekî Yekîtî jî dibêje, postê parêzgar ji bo Yekîtî ye û ligel Partî projeyek di vê derbarê de amade kirin e, herwiha  Kurdistan24 navê du kandîdên Yekîtî ji bo vî postî eşkere dike. Ew jî: Rizgar Elî û Xalid Şiwanî ne…

 

 

C.B