Emerîka tundû tîjîyên Îraqê şermezar dike

Emerîka bikarhînana hêz li dijî xwenîşanderên Îraqê şermezar dike û daxwaz jî dike, bilez vekolîn bihêt kirin li ser wan pêşêlkarîyan.

K24- Hewlêr

Emerîka bikarhînana hêz li dijî xwenîşanderên Îraqê şermezar dike û daxwaz jî dike, bilez vekolîn bihêt kirin li ser wan pêşêlkarîyan.

Deyvîd Şînker, alîkarê wezîrê derveyê Emerîkayê bi rojnameya Şerqûlewset ragehandîye, bikarhînanana hêza zêde dijî xwenîşanderan di rojên burdî de, li bajarê Nasirîye, kareke metirsîdar û bi sehme.

Daxwaz ji hikumeta Îraqê jî kir, vekolînê li gel wan kesan bike û ewan kesan siza bide ewên hewildane bi vê şêweya hovane bersiva xwenîşandanên aştîyane bidin.

Di çend rojên burî de, ji encama teqeya hêzên ewlekarîyê li Nasirîye, 29 kes hatin kuştin û bi dehan kes jî birîndar bûn. Li gor amaran jî, ji meha Oktoberê ve heya niha zêdetir ji 400 xwenîşander hatîne kuştin.