Berhem Salih pîrozbahîyê li Mesrûr Barzanî dike

Bi boneya mitmanedana perlemana Kurdistanê bi pêkhateya kabîne nehema hikumeta Herêma Kurdistanê, Berhem Salih, serokkomarê Îraqê, di peywendîyeke telefonî de, pîrozbahî li Mesrûr Barzanî, serokê hikumeta Herêma Kurdistanê kir.

K24- Hewlêr

Di wê peywendîya telefonî de, ji bilî pîrozbahîkirinê, serokê Komara Îraqê  piştîvanî û hevkarîya xwe derbirî bo Mesrûr Barzanî û kabîne ya nehema Herêma Kurdistanê.

 Herweha Berhem Salih, hêvîya serkevtinê bo Mesrûr Barzanî xwazt, wek serok wezîrên kabîneya nehema hikumeta Herêma Kurdistanê.

Evro Perlemana Kurdistanê mitmane  bi pêkhateya kabîneya neheme hikumeta Herêma Kurdistanê bexşî û di gotarekê de Mesrûr Barzanî, serokê hikumeta Herêma Kurdistanê xîçên giştî yên çar salên dahatî yên hikumeta Herêma Kurdistanê pêşkeş kir. Amaje bi wê yekê jî kir, ku karê wan yê sereke rûbirûbûna gendelîyê û encamdana çaksazîyê ye.