CHP dê di protestoyên ji bo şaredariyan de amade nebe

Li gor medya Tirkiye Desteya Birêvebir a Partiya Komarî ya Gel (CHP) biryar da ye, ku di protestoyên liser dûrxistina şaredaran de cîh negre, daxûyaniyên rexnegirtinê bide

K24 – Navenda Nûçeyan

Li gor medya Tirkiye Desteya Birêvebir a Partiya Komarî ya Gel (CHP)  biryar da ye, ku di protestoyên liser dûrxistina şaredaran de cîh negre, daxûyaniyên rexnegirtinê bide.

Hate ragihandin, ku civîna Desteya Birêvebir a Partiya Komarî ya Gel 4,5 demjimêran dom kiriye û biryar hatiye dan, ku: “Kirdar a dûrxistina şaredaran dijî demokrasiyê ye. Partiya me dîtina xwe weha bi vî awayî diyar dike”. Lê, CHP dê di protestoyan û xwepêşandanan de cîh negre.

Serokê CHP Kemal Kiliçdaroglu anî ziman, ku: “Biryar ne hiquqî, lê siyasî ye. Tirkiye ji demokrasiyê dûr ketiye”.

 

 

C.B