Li nêzîk sinûrê Suriyê çekdarên Heşda Şeibî hatin burdûman kirin

Evro êvarî, firokeyên bê firokevan karwaneke Heşda Şeibî li nêzîk sinûrê di navbera Îraq û Suriyê de kire armanc.şç

K24- Hewêr

Evro êvarî, firokeyên bê firokevan karwaneke Heşda Şeibî li nêzîk sinûrê di navbera Îraq û Suriyê de kire armanc.

Çavkanîyên ewlkarîyên Îraqê behsa wê yekê dikin ku ji encama Burdûmana wan firokeyan fermandeyeke lîwa ya 45 a Heşda Şeibî li Qayîm hatîye kuştin.

Malperên Îraqî, belav kirine, Ew fermandeyê ku hatîye kuştin ser bi Ketayîbên Hizbullah a Îraqî bûye.

Malpera Meydîn a Îraqî li zar  çavkanîyekê berpirs di Heşda Şeibî de belav kirîye, Heşd Îsrayîlê bi encamderê wê burdûmanê dizane.

Berê jî serokê Desteya Heşda Şeibî, EbuMehdî Muhendis, ragehandibû  Emerîka berpirse ji selametîya baregehên Heşda Şeibî, çunku wê rê daye çar firokeyên bêfirokevanên Îsrayîlê li asmanê Îraqê bifirin û  burdûmanan pêgehên Heşdê bikin.

Muhedis gefa wê yekê jî kiribû, ku ew wek firokeyê dijmin reftarê li gel firokeyekê dikin bê destûra hikumetê bi ser asmanê Îraqê bifire.