Akar li ser sînor: Plana operasyona rojhilatê Firatê amade ye

Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusî Akar dibêje, planên pêwîst ên operasyona leşkerî amade ye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Berpirsên Asayîşa Tirkiyeyê li ser sînor kom bûn û pirsa Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê gotûbêj kirin. Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusî Akar dibêje, planên pêwîst ên operasyona leşkerî amade ye.

Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusî Akar, Serokerkanê Tirkiyê Yaşar Gûler û Fermandarê Hêzên Bejahî Ûmît Dûndar û  Serokê Dezgeha Hawalgiriyê Hakan Fîdan li ser sînorê Sûriyeyê li Rihayê hatin ba hev û bûyer û geşedanên Rojavayê Kurdistanê gengeşe kirin.

Li gor ajansa “Anadolu” a Tirkî, Hulusî Akar ragihand, welatê wî planên pêwîst ji bo operasyona leşkerî ya li ser Minbic û rojhilatê Firatê danîne.

Herwiha mayîndebûna pirsa Îdlibê jî rojeva civata wan bû û Hulusî Akar got, di çarçoveya rêkeftina Soçiyê de hevkariya wan a digel Rûsyayê berdewam dike. Ew dixwazin agirbest û aramiya li Îdlibê berdewam bike.

 

S. B