Artêşa Sûriyê 4 gund li başûrê Idilbê kontrol kir

Artêşa Sûriyê 4 gund li başûrê Idilbê kontrol kir û tenê çend Kîlometrek mane bigehe bajarokê Xan Şeyxûn.

K24- Hewlêr

Artêşa Sûriyê 4 gund li başûrê Idilbê kontrol kir û tenê çend Kîlometrek mane bigehe bajarokê Xan Şeyxûn.

Wezareta Berevanîya Sûriyê raghandêye, ku artêşa  Sûriyê karîye  gundên  Kefer Iên, Tel As, Birbit Murşid û Mintar ku dikevin başûrê gundewarê Idilbê ji destê komên çekdar derxe. Bi vê yekê jî tenê 4Km di navbera artêş û bajarokê Xan Şeyxûn de dimîne.

Ji alyê xwe ve Rewangeha Sûrî ya Mafên Mrovî belavkirîye, ku di encama şerî li bakurê rojavayê Sûriyê, 7 welatîyên sivîl hatîne kuştin, herweha 30 çekdarên dijberîyê û 29 serbazên Sûrî jî di şer de li wê navçeyê hatîne kuştin.