Senatorê Amerîkî: Divê dest ji hevkarên xwe yên Kurd bernedin

Endamê Encûmena Pîran a Amerîka yê ser bi Partiya Komariyan ve Lindsey Graham ragihand, “Nabe em dest ji hevpeymanên xwe (Kurd) yên bi me re şer li dijî DAIŞê kirine berdin.”

K24 – Navenda Nûçeyan

Endamê Encûmena Pîran a Amerîka yê ser bi Partiya Komariyan ve Lindsey Graham ragihand, “Nabe em dest ji hevpeymanên xwe (Kurd) yên bi me re şer li dijî DAIŞê kirine berdin.”

Di daxuyaniyekê ji ajansa “Anadolu” a Tirkî re Siyasetmedarê Amerîkî yê navdar senator Lindsey Graham ji piştî civîna endamên Encûmena Pîran a fraksiyona Partiya Komariyan bi Serokê Amerîka Donald Trump re got: “YPGê di şikandina DAIŞê de hevkariya Amerîka kir.”

Wî senatorê Amerîkî bi pêwîstî zanî ku Amerîka dest ji ewên hevkariya wan kirine bernede.

Li ser dilgiraniya Tirkiyê jî Lindsey Graham got: “Têdigihim nîgeraniyên Tirkiyê yên ewlehiyê li hember YPGê.”

Herwiha got: “Em naxwazin dest ji hevpeymanên xwe yên bi me re şerê dijminekî tirsnak wek DAIŞê kirine berdin. Lê têdigihim wê pirsgirêka Tirkiyê ya ku bi çend pêkhatiyên di nava YPGê de hene. Hêvîdar im riyek bê dîtin bo Tirkiye dilniya bibe ku ew çalakiyên li Sûriyê dibin, ewlehiya Tirkiyê naxin metirsiyê. Ji bo di wê derbarê de guftûgoyê bikin, reng e di demeke nêzîk de serdana Tirkiyê bikim.”

Senatorê Amerîkî Lindsey Graham di bersiva pirsa “Amerîka çawa dikare baweriyê bide Tirkiyê ku nîgeraniya xwe ya ewlehiyê heye?” got: “Zehmet e bersiva pirseke bi wî awayî bidim.”

 

S. B