Rêkkevtina Hewlêr û Bexdayê konkirîtî dibe

Evro şanda hikumeta Herêma Kurdistanê seredana Bexdayê dike û li gel berpirsên hikumeta Îraqê gotbêjan dikin derbarê hûrkarîyên rêkkevtinê li ser mijara darayîyê. Seroka Firakisyona Partîya Demokrata Kurdistanê (PDK) di Civata Nwênerên Îraqê de, radigehîne: Rêkkevtina evê carê di navbera Hewlêr û Bexdayê de dê konkirîtî be.

K24- Bexda

Dr. Vîyan Sebrî, seroka Firakisyona Partîya Demokrata Kurdistanê (PDK) di Civata Nwênerên Îraqê de, bi Kurdistan 24 re ragehand: Şanda Herêmê gotûbêjan derbarê rêkkevtina dawîyê li ser pirsa budce û mûçeyê dike, herweha axivtin li ser wê yekê dihêt kirin ku li baranber radestkirina wan 250 hezar bermîlên petrolê bi Bexdayê re,  hikumeta navendî tevaya budce û mûçe ya sala 2020 bo Herêma Kurdistanê bişîne.

 Got jî: Li gor zanîyarêyêm me, danûstandinên di navbera hikumeta Herêma Kurdistanê û hikumeta Îraqê erênî ye û rêkkevtina evê carê wek berê nabe, lê rêkevtineke konkirîtî dibe.