Nêçîrvan Barzanî li gel serok wezîrê Ûrdinê û wezîrê derve yê Seûdîye civîya

Di perawêza pişikdarîya xwe de li korbenda abûrî ya cîhanê li Davosê, piştî nîvroya evro, Çarşembîyê 22/1/2020 Nêçîrvan Barzanî, serokê Herêma Kurdistanê dîdarek li gel Ûmer Elrezaz, serok wezîrê Ûrdinê encam da.

K24- Hewlêr

Di perawêza pişikdarîya xwe de li korbenda abûrî ya cîhanê li Davosê, piştî nîvroya evro, Çarşembîyê 22/1/2020 Nêçîrvan Barzanî, serokê Herêma Kurdistanê dîdarek li gel Ûmer Elrezaz, serok wezîrê Ûrdinê encam da.

Herdû alîyan pêşhatên rewşa Îraqê û deverê bi giştî û pêşxistina peywendîyên Îraq û Herêma Kurdistanê li gel Ûrdinê, hewlên aramkirina rewşa aloza deverê, metirsîyên tîrorê û giringîya berdewamîya erkê hevpeymanîya nêvdewletî dijî tîrorê û çend pirsên din ku cihê giringîya herdû alîyan bûn hati gengeşekirin.

Berê jî serokê Herêma Kurdistanê li gel Donald Tiramp, serokê Emerîkayê wezîrê derve ya Siwêdê û Tirkiya û çend serok û serkirdeyên din civîya bû.

 Her li berdewamîya dîdar û civînên wî li Davosê,  her evero nîvro, Nêçîrvan Barzanî, serokê Herêma Kurdistanê li gel mîr Feysel Bin Ferhan Alseûd, wezîrê derveya şageha erebistan seûdîye civîya.

 Di Civînê de, peywendîyên Erebistana Seûdîye li gel Îraq û Herêma Kurdistanê, rewşa deverê bigiştî û metirsîyên careka din serheldan terorê, rola Herêma Kurdistanê, rewşa aware û penaberan li Herêma Kurdistanê û alîkarî û hevkarîyên mirovîyên Xaça Sora Seûdye bo wan awareyan hatin gengeşe kirin û nerîn xwe li ser wan mijaran veguhertin.