Hewlêr û Parîs dibin “destexwişk”

Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Fransayê aşkere kir, Fransa bi niyaz e rêkeftinekê bi Herêma Kurdistanê re îmze bike, ji bo Parîs û Hewlêr bibin destexwişkên hevûdu.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Fransayê aşkere kir, Fransa bi niyaz e rêkeftinekê bi Herêma Kurdistanê re îmze bike, ji bo Parîs û Hewlêr bibin destexwişkên hevûdu.

Şandeke Fransî bi serokatiya Parêzgara Parîsê roja 11 Nîsanê serdana Hewlêrê Paytexta Herêma Kurdistanê kiribû û tekezî li ser hevahengiya di hemû waran de kiribû.

Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Fransayê Elî Dolemêrî ji K24ê re ragihand, Fransayê Hewlêr ji nava hemû bajarên Rojhilata Navîn hilbijart û di meha Hezîran yan Tîrmeha bê de rêkeftinek dê were îmzekirin, da ku Hewlêr û Parîs bibin destexwişkên hevûdu.

Tekez kir jî, heger Parêzgara Parîsê ya niha Anne Hidalgo di posta xwe de nemîne, ev rêkeftin berdewam dibe.

Ji aliyê xwe ve Parêzgarê Hewlêrê ji K24ê re got: “Ev rêkeftin dê di hemû waran de be, wek warên çandî, kelepûrî, teknolojî û jîngehê de be û niha amadekarî tên kirin ji bo her du bajar bibin destexwişkên hev.”

Seroka şanda Fransî û Parêzgara Parîsê Anne Hidalgo gotibû, ew kêfxweş e ku cara duyem serdana Hewlêrê dike û tekez kir, Hewlêr gavên cidî ber bi geşepêdanê ve davêje.