Di mehekê de nêzîkî 500 karên gendelîyê di wezareta hindûrîya Îraqê de hebûne

Di dema meha bûrî de, nêzîkî 500 karên gendelîyê tenê di wezareta hindûrîya Îraqê de hebûne.

K24- Hewlêr

Di dema meha bûrî de, nêzîkî 500 karên gendelîyê tenê di wezareta hindûrîya Îraqê de hebûne.

Bi dîtina perlemantarên Îraqê, hebûna ev rêjeye bilind ji gendelîyê, amajeyên metirsîdarin û tekez dikin ku gendelî ne tenê di wezareta Hindûrî de heye û pişkeka mezin jê di wezareta berevanîyê de heye.

Herweha dibêjin pişkek ji teşenekirina evê gendelîyê peywendî bi nehilbijartina wezîrên wan dû wezaretan ve heye, ku ti ûmîdeke jî nîne wezîrên van dû wezaretan di vê gera perlemanî de bihên hilbijartin çunku serok wezîrên Îraqê dixwaze ev dû wezaret bi wekalet bihên çareserkirin.

Li goer raporta komîteya pişkînîna giştî  a ser bi wezareta hindûrî ya Îraqê ve, di meha Nîsana ev sal de, 467 karên gewndelîyê tenê di wezareta hindûrî de hebûne, paranîya wan karan jî dikevin di çarçoveya xirab bikaranîna desthilatê , bertîl, zehêrkirina samanê giştî û tiştan.