HSDê rizgarkirina Baxozê ragihand

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) rizgarkirina Baxozê dawî berîka DAIŞê li rojhilata Sûriyê ragihand.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) rizgarkirina Baxozê dawî berîka DAIŞê li rojhilata Sûriyê ragihand.

Berpirsê Navenda Ragihandinê ya HSDê Mustefa Balî ji twittera xwe ve ragihand, “Baxoz hat rizgarkirin û serkeftina leşkerî bi ser DAIŞê de pêk hat.”

Mustefa Balî ev serkeftin diyarî hemû malbatên şehîdan û birîndaran kir û got: “Bi qubanîdana wan lehengan ev serkeftin pêk hat.”

Herwiha Berpirsê Navenda Ragihandinê ya HSDê li twittera xwe nivîsî: “Piştî çend salan ji dana qurbaniyên giran, mizgîniya nemana dewleta xîlafê didin û soza berdewamiya şer û dûvçûna li dû çekdarên revyayî heta serketina yekcarî didin.

Baxoz dawî baregah DAIŞê li rojhilatê Sûriyê bû, ji destpêka meha Sibata bûrî ve ji aliyê HSDê ve bi tundî hatibû dorpêçkirin û dest bi dest bi derxistina malbatên DAIŞê kiribû û ligel wê jî hejmarek mezin ji çekdaran jî xwe radestî HSDê dikin.

HSDê ji meha Îlona 2018an ve bi piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî dest bi dawî operasyona li dijî DAIŞê li ser Hecîn û Baxozê li rojhilatê Dêrzaorê kiriye û ta niha nêzîkî 70 hezar kesî ji malbat û çekdarên DAIŞê ji wê navçeyê xwe radestî HSDê kirine.

 

S. B