Amerîka piştevaniya xwe bo bernameya çaksaziyê ya Herêma Kurdistanê ragihand

Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdstanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Konsolê Giştî yê Amerîka li Hewlêrê Steven Fagin kir û her du aliyan tekezî li ser çareserkirina giriftên di navbera Hewlêr û Bexdayê de bi riya diyalogê kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Di hevdîtinê de pêşketinên dawiyê yên li navçeyê bi giştî û pêngavên pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta herêma Kurdistanê guftûgo kirin.

Herwaha di hevdîtinê de peyvendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Amerîkayê bi hemû aliyan ve hat nirxandin û di heman civînê de amaje hat kirin ku çareseriya pirsgirêkên navbera Bexda û Hewlêrê bi rêya diyalogan pêk bê û pêşhateyên navçeyê jî hatin gotûbêj kirin.

Konsolê giştî yê Amerîkayê li Hewlêrê Fagin, piştevaniya welatê xwe bo bernameya çaksaziya herêma Kurdistanê û bihêzkirina peyvendiyên dualî û aramiya navçeyê bi tekezî anî ziman.

Rewşa niha ya navçeyên Kurdistanê yên li dervey îdareya Herêma Kurdistanê û hevahengiya di navbera Bexda û Hewlêr û hêzên hevpeyman de aliyeke din a wê civînê bû.

S. B