Hiyûman Rayits Woç: Girupên çekdar, rojane bipêkirinan dijî welatî yên 'Efrînê encam didin

Rêxistna Hiyûman Rayits Woç (Human Righats Watch) belavkirîye, girupên çekdar, rojane kiryarên xirab li dijî welatîyên bajarê 'Efrînê encam didin û dest dadigirin ser mal û mulkên welatîyên wî bajarî.

K24- Hewlêr

Rêxistona çavdêrîya mafên mirov (Human Righats Watch), di raborteka xwe de belav kirîye, rewşa ewlehîya bajarê 'Efrînê roj bi roj xerabtir dibe. Tevî hişyarî û bangên navdewletî,  lê hêj binpêkrinên artêşa Tirkiyê û girupên çekdarên ser bi wê ve li djî welatîyên wî bajarî berdewam in.

Ew jî li gor kumîteya lêkolînên navdewletî ya serbixwe ya taybet bi rewşa şer li Sûriyê, girupên çekdar bi awayeka rojane kiryarên xirab li dijî welatîyên bajarî encam didin, ji bilî kuştin û revandina welatîyan, dest dadigirin ser mal û zevîyên xelkê û mulkên wan talan dikin. Herweha heya niha jî, gelek şunewar û mezargehên wî bajarî jî têk dane.

Ji dema dagîrkirina bajarê 'Efrînê,  ji alîyê artêşa Tirkiyê ve, heya niha girupên çekdar di binpêkrinên xwe  de derheqê sivîlan berdewam in  û welatîyên bajarî di metirsîyê de djîn.