Birîndarê bûyera teqekirina Hewlêrê jî canê xwe ji dest da

Di bûyera teqekirina evro de, li bajarê Hewlêrê, ku têde karmendên kunsulxane ya Tirkiyê kiribûn aramanc, welatêyekê devera Soran, bi navê Nerîman Wesman Mehemed Elî, canê xwe ji dest dabû û welatîyeke dî jî her yê wê deverê bi navê Beşdar Remezan Salih bi dijwarî birîndar bibû.

K24- Hewlêr

Li gor zanyarîyên Kurdistan 24ê, Beşdar Remezan Salih jî demekê berî niha li nexweşxaneyeke Hewlêrê canê xwe ji dest da. Bi vî awayî hejmara kuştî yên wê bûyerê dibin sê kes, ku dû ji wan welatî ne û yek jî karemendekê kunsilxaneya Tirkiyê ye.

Piştî bûyerê jî her yek ji Serokatî ya Herêma Kurdistanê, Perlemana Kurdistanê û hikumeta Herêma Kurdistanê daxuyanî belav kirin û ew hêriş bi tundî şermezar kirin.