ENKS bersiva banga Mezlum Ebdî dide

Derbarê bangewaziya fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demoqrat HSDê, Mezlûm Ebdî, bo yekrêziya kurdî li Rojavayê Kurdistanê.

K24- Hewlêr

Derbarê bangewaziya fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demoqrat HSDê, Mezlûm Ebdî, bo yekrêziya kurdî li Rojavayê Kurdistanê.

partiyên Encumena Niştimanî a kurd li suriyê dibêjin, ew ji yekrêziyê re amade ne û divê ev pirose bi gerentiyeke navdewletî yan jî bi serperiştiya serok Barzanî pêk were.

Fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demoqrat HSDê, Mewzliûm Ebdê, di hevpeyvinekê de li gel K24 bangewazî li partî û hezen siyasî li Rojavayê Kurdistanê kir ku bibin yek û nakukiyên xwe bidin aliyekî .

Tavî ku rayedarên Partî Demoqratî Kurdistanî Sûriya PDKSê bi erînî li vê bangewaziyê dinerin , lê dibêjin ta ku yekrêziya kurdî encam bide divabe bi gerentiyeke navdewletî be yan jî bi serperiştiya serok Barzanî be.

Hin partiyên siyasî li Rojavayê Kurdistanê dibêjin ku Rojava di qunaxeke hestiyar de derbas dibe û taku bajarekî din rastî dagirkiriyê neye û qurbani zêde nebin , pêwiste partiyên siyasî pêgîrî bangewaziya fermandarê HSDê bin.

Sikirtêrê partiya Yekîtiya Demoqrata Kurd li Sûriyê "el-wihdê" dide zanin ku tevî hemu partiyên siyasî tekeziyê li ser yekrêziyê dikin , lê tu gavên cedî ta niha nehatine avêtin .

Mezlum Ebdê daxwaz ji hêzên kurdistanî li parçeyên din yê kurdistanê kir ku bibin yek û kongireki netewî ji bo piştgiriya Rojavayê Kurdistanê lidarbixin û got jî ku parastina Rojava erkeke netewî ye .

Herwiha daxwaz ji serok Barzanî kir ku rolê jibo nêzîkirin û yekrêziya aliyên siyasî li Rojavayê Kurdistanê bibîne .