Wezîrê Derve yê Amerîka li Iraqê ye

Îro danê sibê Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo bi serdaneke ku nehatibû ragihandin gihîşt Bexdayê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Îro danê sibê Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo bi serdaneke ku nehatibû ragihandin gihîşt Bexdayê.

Li gor zanyariyan, ji bo pêşwazîkirina li Mike Pompeo tedbîrên ewlehiyê yên tund li derdora “Navçeya Kesk” a Bexdayê de hatin girtin.

Tê pêşbînîkirin, Wezîrê Derve yê Amerîka bi Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdilmehdî, Serokê Parlemantoyê Mehemed Helbûsî û hejmarek berpirsên din ên Iraqê re bicive.

Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo ku di serdanekê bo hejmarek welatên Rojahilata Navîn de ye, lê serdana bo Iraqê di nexşeya wî de nehatibû ragihandin.

 

S. B