Wezîrê derve yê Amerîkayê, hişyarî da Îranê

Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo hişyarî da Îranê û ragihand, ew dê bi tundî bersiva her êrîşekê bidin

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo hişyarî da Îranê û ragihand, ew dê bi tundî bersiva her êrîşekê bidin, ku ji aliyê Îran û grûbên çekdar ên ser bi wê ve li Îraqê, liser serbazên wan an jî hevpeymanên wan bên kirin.

Wezîrê Derve yê Amerîka di twîttekê de, ew êrîş şermezar kir, ku li hefteya borî li Bexdayê ji aliyê mîlîsên ser bi Îranê ve li ser Artêşa Îraqî hat kirin û di encam de pênc serbazên Îraqî birîndar bûn.

Pompeo ji berpirsên Îranê re got, Amerîka dê bi tundî bersiva her êrîşekê bide, ku ji aliyê Îran an jî mîlîsên wê ve, liser serbazên Amerîka an hevpeyamanên wan bên kirin.

 

 

 

C.B