HSD li Serê Kaniyê şaneyeke ser bi artêşa Tirkiyê ve desteser kir û 5 çekdar jî kuştin

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li Serê Kaniyên şaneyeke ser bi artêşa Tirkiyê ve desteser kir û 5 çekdar jî kuştin.

K24- Hewlêr

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li Serê Kaniyên şaneyeke ser bi artêşa Tirkiyê ve desteser kir û 5 çekdar jî kuştin.

Peyamnêrê Kurdistan24 re ragihand, şervanên HSDê 15 kes ji şaneyeke ser bi artêşa Tirkiyê ve li Serê Kaniyê desteser kirin, ku hewl didan aloziyê li nava bajar derbixin.

Herwiha da zanîn jî, 5 çekdar jî, dema hewl didan ji aliyê Tirkiyê ve derbasî nava Serê Kaniya biban a, ji aliyê şervanên HSDê ve hatin kuştin.

Diyar kir, artêşa Tirkiyê ji derdora gundên Serê Kaniyê hewl dide derbasî bajar bibe, lê HSDê rê li ber wan girt û şer û pevçûn berdewam e.