Serok Barzanî: Divê mirovatî bi şermî li hember Helebce raweste

Bi boneya derbasbûna 31 salan di ser kîmyabarana Helebce, Serok Barzanî radigihîne, divê mirovayetî bi şermî li hember Helebce raweste.

K24 – Navenda Nûçeyan

Bi boneya derbasbûna 31 salan di ser kîmyabarana Helebce, Serok Barzanî radigihîne, divê mirovayetî bi şermî li hember Helebce raweste.

Serok Barzanî li hejmara xwe ya tora civakî “Twitter” ragihand, kîmyabarana Helebce bîranînek e divê mirovayetî bi şermî li hemberê raweste û civaka navnetewî xwedî helwêstê cidî be, ku wek jenosayd ew tewanê hovane bê naskirin û qurbaniyên wê bên qerebûkirin û avakirina Helebçê pêk bê û bi awayekî di asta ewqas qurbanîdan û dîroka tejî serwerî ya wî bajarî be.”